Ji bo nûçeya Tirkî
Rapotorê bianetê û Nûnerê RSFê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin ku ji ber hevgiriya bî Ozgur Gundemê re hatibûn girtin, ji Girtîgeha Metrisê neqlê Girtîgeha Silivriyê hatin kirin.
Onderoglu, Nesin û Korur-Fincanci ji ber ku beşdarê kampanyaya nobedariya weşanê bûbûn ji hêla dozgerê bi navê Eşref Durmuş ve weke ‘propagandaya rêxistinê kirine’ hatin sûcdarkirin û piştî ew sewqî dadgehê hatin kirin ji hêla 1. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê ve hatin girtin.
Ji 20ê Hezîranê vir ve Onderoglu û Nesin li Girtîgeha Metrîsê, Şebnem Korur Fincan jî li Girtîgeha Bakirkoyê bû.
(EA/YO)