Onder: Em ê li dadgehê bibînin ku kê ji Qendîlê talîmat hildaye
Parlementerê HDPê Onder li meclisê axivî û got ku wekîlên AKPê dengdanê vekirî pêk anînê û li ser gotinê wî Wekîlê AKpê Turhan got: ‘Weke ku Serokomar jî pirsî, ka hûn çûn Qendîlê we çi kir?’
![Onder: Em ê li dadgehê bibînin ku kê ji Qendîlê talîmat hildaye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/174/989/original/sırrı.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî
Li meclisê rûniştina ji bo rakirina parêzbendiya parlemeterên ku derbarê wan de dosye hatiye vekirin û ji hêla AKPê ve hatiye teklîfkirin, didome.
Derbarê mijarê de Parlementerê HDPê Sirri Sureya Onder li meclisê axivî û diyar kir ku wekîlên AKPê dengdanê bi awayekî vekirî pêk anîne.
Piştî axavtina Onder, Wekîlê AKPê Bulent Turan axivî û ji parlementerên HDPê bi gotinên ‘We ji Qendîlê talîmant hildaye’ sûcdar kir.
Sirri Sureya Onder li ser gotinên wî wekîlê AKPê de axivî û got:
“Belê, serokomar wê demê serokwezîr bû û got ‘Hûn çûn Qendîlê, ka we çi kir?’ Em ê bersiva vê yekê li dadgehê bidin.”
‘Parêzbendiyên me rakin. Em ê wi demê biaxivin ku kê/kî ji Qendîlê talîmat hildaye û kê/kî ricayên xwe ji Qendîlê re şandiye.’
(BK/YO)