PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DERê roja şemiyê (4ê Çiriya Paşiyê) li Amedê bi navê “Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî Helbesta Kurmancî” bernameyek li dar xist. Gelek nivîskar, helbestvan, siyasetmedar û hezkiriyên ziman û wêjeya kurdî tevlî bernameyê bûn. Beşdar li ser helbesta Cegerxwîn û mîrateya wî ya ji bo kurdan hatiye hiştin û li ser helbesta Arjen Arî axivîn û nîqaş hatin kirin.
Bername di hefteya salvegera koça dawî ya Cegerxwîn û Arjen Ariyî de pêk. Nivîskar Îrfan Amîda û helbestvan Rêzan Diljenê salek berê xelat ji pêşbirka Arjen Ariyî girti bû, qala helbesta Cegerxwîn û ya Arjen Ariyî kirin. Piştî gotûbêjê, helbestvan Fatêxan û helbestvan Roza Metînayê helbestên Cegerxwîn û Arjen Ariyî xwendin.
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî weke gelek kesan tevlî bernameyê bû û wî bersiva pirsên bianet kurdiyê yên derbarê helbestên Cegerxwîn û Arjen Ariyî û bandora wan a li helbestvaniya kurdî de da.
“Me xwest xwedî li mîrateya wan derkevin”
Omer Fîdanî di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya bernameyên bi vî rengî u da zanîn ku saziyên li ser nivîs, nivîskarî û li ser ziman dixebitin, peywira wan e xwedî li rabirdûya xwe derkevin û ev deynekî di stûyê wan de ye: “Me her sê saziyên kurdî ji bo salvegera wefata Cegerxwîn û Arjen Arî, xwest wan bi bîr bînin, xwedî li mîrateya ku afirandine, derkevin. Heta ku hêza me bigihêjiyê em ê vê mîrateyê parve bikin. Ev deyneke di stûyê me hemû kurdan de ku em dengên wan, hestên wan û helwestên wan ragihînin ji civakê re. Ji bo vê yeke, me biryar da ku em bîranîneke bi vî rengî çêbikin. Ji bo van kesên navborî bêguman mirov dikare gelek kar, xebatan bike, li ser peyv, hevok, rêzik û gotineke wan mirov dikare bi saet û rojan biaxive. Lê mixabin ew derfet zêde nînin. Me xwest nemiriya van helbestvanên me bidomîne.”
“Cegerxwîn û Arjen Arî dilê Kurdistanê ne”
Omer Fîdan Cegerxwîn û Arjen Arî weke “dilê Kurdistanê” penase kirin û wiha dirêjî da axavtina xwe: “Wek tê zanîn ku salvegera koçkirina her du helbestvanan jî nêzî hev bû. Arjenî ji Cegerxwîn pir hez dikir. Her wiha Cegerxwîn pira di navbera helbesta klasîk û ya nûjen de ye. Me xwest ku ji wê destpêkê bînin heta roja Arjen û wî deynin xwe em bidin de ku dengê bigihînin bêtir kesan. Her du nav jî di asta helbestê de, di asta bikaranîna ziman de du kelehên asê ne, du çiyayên rûsipîne, du mînakên wêjeya kurdî ne. Her peyveke wan her helbesteke wan mirov dikare ferhengekê jê ava bike. Ji wê ferhengê zimanekî ji wî zimanî jî neteweyekî, ji neteweyî jî mirov dikare welatekî ava bike.”
“Em dixwazin di navbera nivîskarên cîhanî û yên kurd de bibin pire”
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdanî di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser bêrêxistinbûyîna di qada zimanî, rewşenbîrî û nivîskariyê de: “Meseleya rêxistinbûyînê ya di qada rewşenbîrî û nivîskariyê de girîng e. Parçebûnek heye, ji hevdûrketinek heye. Yanî tenê em behsa zarava û çar aliyên Kurdistanê nakin. Li bajarekî kurdan jî dibe ku di navbera nivîskaran de qutbûnek hebe. Xwenedandina hev hebe. Sazî û rêxistin divê vê têkiliyê xurt bikin. Komeleya Wejekarên Kurd saziyeke lokal e, saziyeke Kurdistanî ye, herêmî ye; lê wek PENa Kurd em qîma xwe bi vê tenê jî nayinin. Peywira me ew e ku em di navbera nivîskarên kurd û yên cîhanê de, di navbera nivîsên wan de bibin pire.
Hewl û xebata me ji bo vê yekê ye. Lê niha rewşa ku kurdî tê de ye, bi taybetî jî Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê ku çend roj berê jî li Rojhilat çend mamosteyên kurdî hatin girtin û îro li herî zêde li Tirkiyeyê nivîskar di zîndanan de ne. Li gel pirsgirêk û xetereyên bi vî rengî, her roj nivîsîn bi kurdî zêde dibin, berbelav dibin. Dema ku berbelavbûn hinekî ji hişmendiya rêxistinbûyînî dur bikeve, ew dibe pirsgirêk û dibe ku ew berbelavî veguherê tiştekî neyînî. Li gel xebatên sazî û dezgehên bi vî rengî û bêguman xebatên ku li ser medyaya dijîtal jî tên parve kirinê hêja ne; li gor asta ku tê xwestinê nebin jî hinek hewl hene. Em jî dixwazin ev karên me bibin nimûne û destpêkek.”
(WT/FD)