OHP: Mafên girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê binpêkirin
![OHP: Mafên girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê binpêkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/205/172/original/ohp.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) derbarê rewşa girtiyên li girtîgehên Herêma Marmarayê di greva birçîbûnê de ne û binpêkirina mafên girtiyan de raporek aşkere kir. OHPyê rapor li Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) bi çapemeniyê û raya giştî re par ve kir.
Rapor di encama serdanên di meha Kanûna Paşiyê (Rêbendan) de li girtîgehan hatiye kirin de derketiye holê. Di van serdanan de bi girtiyan re hevdîtin hatine kirin. Endamên OHPyê Raziye Tûrgût, Sînan Zîncîr, Oral Çelîk û Seroka Şaxê Stenbolê ya İHDyê Gulseren Yolerî beşdarî civînê bû.
Raziye Tûrgûtê rapor pêşkêşî çapemeniyê kir û diyar kir ku 27ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê li girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kiriye. Ev grev 16ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê veguhestiye bêdem û bêveger.
Hatiye diyarkirin ku tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de ne her diçe xirab dibe. Her weha bang li hikûmeta siyasî hatiye kirin ku demildest rêyên çareseriya aştiyane bi kar bîne û têkeve nava liv û tevgerê.
Zîncîr: Dixwazin vîna çalakvanan bişikînin
Sînan Zîncîr, endamê OHPyê diyar kir ku divê li gelek girtîgehên Tirkiyeyê kîlo û nebza girtiyan bê pîvan lê ev nayê kirin û girtiyan dernaxin revînê.
Zincîrî her weha diyar kir ku dixwazin vîna çalakvanên greva birçîbûnê bişikînin û ragihand ku heta daxwazên girtiyan pêk bê, ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.
Gulseren Yolerî, Seroka Şaxê Stenbolê ya İHDyê jî diyar kir ku ew dixwazin yasayan pêk bînin û tecrîda li girtîgehan demildest bi dawî bibe. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)