Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê li Adaya Mezin a Stenbolê bernameyeka bi navê Ji Dibistanan Heta Odeya Nûçenivîsînê(OHO) bi rê ve dibe.
IPS 10 sal in ku her sal vê bernameyê pêk tîne.
OHO dê di navbera 1-9ê Tîrmehê de pêk bê. Ji 38 zanîngehên li Tirkiye û Bakurê Qibrisê 68 kesên berbijarên rojnamegeriyê beşdar bûn. Ji ber ku par bernameya OHOyê ji ber şertên xerab ên dewletê pêk nehatibû 35 rojnameger îsal beşdarî bernameya îsal bûn.
Di pêvajoya OHOyê de xwendekarên ragihandinê dê digel akademîsyen û rojnamegeran atolyeyan pêk bînin.
Mater: OHO me kelecanî dike
Koordînatora bianetê Nadîre Materê ji bo xêrhatinê li beşdaran bide axivî.
Materê got:
“Ji 15ê Tîrmehê heta niho dema em li pêvajoyê dinêrin em dikarin bibêjin em ji dewreka xerab derbas dibin. em ketine rewşeka welê ku bi mecbûrî dibêjin ‘rojnamegerî ne sûc e.’”
“OHO bernameyek e ku me kelecanî dike.”
Onderoglû: bianet perspektifa rojnamegeriya mafparêz geş dike
Erol Onderoglûyî eşkere kir ku wî di sala 1996ê de wek xebatkarê arşîvkirinê li IPSyê dest bi karî kiriye. Onderoglû rapornivîsê bianetê ye û serokê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas e.
wî got:
"Dema ku em digel rojnamegerên biyanî kar dikin em pê dihesin ka divê rojnamegeriya li Tirkiyeyê tê kirin divê çawa be û ne çawa be."(TP/EA/MB)