Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Îmraliyê tên girtin, li gelek bajaran daxuyaniyeke hevpar da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku zêdeyî 30 meh in tu agahî ji Ocalan û 3 girtiyên din nayên girtin.
Daxuyaniya OHDyê weha ye:
“Ji tenduristiya wan agahî nayê stendin”
“Ji 7ê Tebaxa 2019an ve tevî hemû serlêdan û hewldanan, yek parêzerek jî nekariye biçe geirtîgeha Îmraliyê. Ji ber vê yekê, parezer ji aliyê hiqûqî ve derbarê dozên li muwekîlên wan vebûne de nikarin alîkarî bidin. Ji ber ku ne bi rêya hevdîtinan û ne jî bi rêya telefonan parêzer nikarin têkilî bi muwekîlên xwe re deynin, derbarê rewşa teduristiya wan de jî ne xwedî agahî ne.”
"Girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ji ber Kurdbûn û nasnameya xwe ya siyasî rastî tecrîdeke nemirovane tên û ev tecrîd ne li gor wijdanê civakê ye.”
“Biryara NYê nehat pêkanîn”
“Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ku yek ji saziyên Konseya Ewropayê ye û Tirkiye jî endamê wê ye, di raporên xwe de ku beriya niha der barê Girtîgeha Îmraliyê de amade kiribû û bi raya giştî re parve kiribû, kiryarên derqanûnî tesbît kir û hişyarî da Tirkiye ku wan ji holê rake. Mixabin Tirkiye; bicihanîna van pêşniyaran li aliyekê, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi awayekî hovane kûrtir kiriye û Girtîgeha Îmraliyê veguherandiye navendeke ku nayê dîtin û nayê bihîstin.”
“Piştî serlêdana Ocalan û 3 girtiyên din, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di Îlona 2022’yan de, daxwaza tedbîrgirtinê qebûl kir û biryar da ku bi lez û bez, bêyî ku sînorek bê danîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Lê Tirkiyê ev biryare bi cih neanî.Parêzeran di Çileya 2023’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan dan û komîteyê agahdarkirin ku rewşa agahînegirtinê dewam dike. Tevî ku komîte careke din bibîra Tirkiyê xist jî, mixabin Tirkiye ji bo ku vê biryarê bicih bîne tu gav neavêtin.”
“Ji 29 baroyan 775 parêzeran serlêdan kirin”
“Di 10'ê Hezîrana 2022an de, ji bo ku hevdîtin bi parêzeran re pêk were, 775 parêzeran bi belgeya xwe ya erke serî li serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê dan. Lê heta niha jî tu bersiv nehatiye dayîn.”
“Dîsa serî de li welatên Ewrupayê, ji 22 welatan 350 parêzeran di 14ê Îlona 2022an de, ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn jî 756 parêzeran di 19ê Îlona 2022an de serî li Wezareta dadê dan û xwestin ku li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtina parêzeran pêk were. Lê derbarê van serlêdanan de tu bersiv nehat dayîn.”(AS/AY)