Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD), qetilkirina rojnameger Nagîhan Akarsel, endama Akademiya Jineolojiyê şermezar kiriye. OHDê êrişa polîsan a li dijî çalakiya qetilkirina Akarselê ku di 4ê Çiriya Pêşiyê de pêk hatîbû protesto kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê piştgirî dane daxuyaniya OHDê ya li ber Edliyeya Amedê.
Rêvebera Şaxa OHDê ya Amedê Sûzan Akîpa daxuyanî xwendiye.
Akîpayê bi bîr xistiye ku li dijî vê êrîşê li gelek bajarên cîhanê daxuyanî hatiye dayîn. Li Amedê Parka Xezalê jî hatiye xwestin ku daxuyaniyê bidin lê rastî midaxeleya ya kêfî polîsan hatiye û wiha berdewam kir:
Rojnameger û kesên siyasî desteserkirin
“Di destpêka daxûyaniyê de girseya ku endamên me jî di nav de bûn hat dorpêçkirin û bi awayekî keyfî hat mudaxalekirin. Dîsa di destpêkê de endamên çapemeniyê û partiyên siyasî hatin desteserkirin, girse hate dorpêçkirin û ne hiştin belav bibin û bi awayekî keyfî xwestin wan binçav bikin. Ji ber vê yekê endamên me 40 parêzer çûn cîhê bûyerê û bertek nîşanî vê muameleya keyfî dan. Li hember vê yekê hêzên ewlekariyê bi mertalan mudaxale kirin û ji nêz ve gaza îsotan avêtin parêzeran. Ji ber vê êrîşe gelek endamên me û gelê sivîl ketin rewşekî nexweş û birîndar bûn. Ji bo ku derbarê polîsên êrişkar de lêpirsînên edlî û îdarî bên dest pê kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye dayîn. Em ê şopdarên pêvajoya hiqûqî bin.”
Akîpayê axaftina xwe wiha bi dawî kiriye: “Em wek OHD’ê li dijî tevahî bêhiqûqiyan û êrîşên li hember jinan sekna xwe tû carê nagûherînin û li her qadê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em bi pratîka xwe ya hiqûqa azadîxwaz, ne tenê li edliyeyan, eywanên dadgehan, navendên binçavkirina, li her derê û her qada jiyanê li dijî neheqî û bêhiqûqiyan dê tekoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin.”
(AS/AY)