Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî di roja 562an dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li ber avahiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta "edaletê" dabûn destpêkirin.
Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê çûye ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kiriye.
Her wiha pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” bi blokên betonê ve kirine. Rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û Lijneya Rêveberiyê (YK) ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) serdana malbatê kirine.
Di serdanê de Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Neslîhan Çoban axivîye û wiha gotiye: “Nobeta Edaletê ya dayika Emîneyê ya li ber deriyên van dadgehan berdewam e. Destûr nedan ku malbat şîna xwe jî bigire. Di her xulek û çirkeyê de li pêşiya van deriyan rûbirûyê travmayê dibin. Divê dawî li vê trajediyê bînin. Ji bo ku edalet pêk bê, hewcehî bi zexta raya giştî heye.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.(EMK/AY)