Fotograf: MA
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên şaxên Rihayê derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Rihayê ya Jimara 1ê û 2yê ya Tîpa Tyê raporek amade kiriye. Rapor li avahiya ÎHDyê bi civîneke çapemeniyê hatiye ragihandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHDya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrelê rapor xwendiye û gotiye, tevî hemû hişyarî û hewldanên saziyan jî li girtîgehan heman pirsgirêk bi israr dewam dikin.
Dest danîne ser klîma û perwaneyan
Demîrelê diyar kiriye ku girtî li her du girtîgehan jî bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû mane: "Desteya Çavdêriya Îdareya Girtîgehê ya Jimara 2yê bi awayek kêfî berdana 3 girtiyên ku dema berdana wan hatiye asteng kiriye û daxwaza berdana wan red kiriye. Bi pandemiyê re şandina girtiyan a ji bo girtîgehên din, hatine rawestandin û di pêvajoya ku daxwaza çûna girtîgehên din hatine redkirin de bêyî daxwaza girtiyan, ew sirgûnî girtîgehên cuda kirine.
"Yek ji bajarên herî germ ê herêmê Riha ye. Tevî vê kele kela germa havînê jî li Girtîgeha Jimara 1yê dest danîne ser klîma û perwaneyên girtiyan."
"Mafên girtiyan tên astengkirin"
"Bi awayên 'qedexeya cihêkariyê' û 'rêgeza wekheviyê' mafê axaftina bi dîmen a girtiyên siyasî tê binpêkirin. Mafê hevdîtinê yên girtiyan tên astengkirin. Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel, pirtûk û kovaran nadin girtiyan. Her ku girtî daxwaznameyan ji îdareya girtîgehê re dinivisînin jî bêbersiv tê hiştin an jî dereng bersiva wan didin. Îdare girtiyan tehrîk dike. Xwarina kêm, nepaqij û bêtehm didin girtiyan. Li ser daxwaza îdareyê di hefteyekê de du sê caran li qawîşan lêgerîn tê kirin. Di lêgerînan de dest datînin ser eşyayên girtiyan ên girîng û lêgerînan vediguherînin kiryarên xerab. Girtî ji bilî sporê sûdê ji aktîvîteyek din nagirin û girtî nikarin bi qawîşên din re topê bileyîzin. Sewqên ji bo nexweşxaneyan di şertên xerab de tên kirin û di çûn û hatinan de girtî bi kiryarên xerab re rûbirû dimînin û lêgerîna li ser girtiyan di asta rûmet şikandinê de tên kirin. Girtiyên nexweş dema sewqî nexweşxaneyan dikin bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin û ji ber vê yekê jî nexweşînên wan zêdetir dibin."
Girtiyên nexweş
Demîrelê bal kişandiye ser rewşa girtiyên nexweş jî: "Mafên tenduristiyê yên girtiyan tê binpêkirin. Tedawiya pêwîst ji bo girtiyên nexweş nayê kirin. Sewqa wan bo nexweşxaneyan nayê kirin. Girtiyên ku nikarin li girtîgehê bijîn hene. Emîn Guler ji sedî 94 astengdar e û nexweşiya vertîgo pê re heye. Celal Ercan ji ber diranên wî tune ne, divê bi tiştên avî xwe têr bike. Bazo Yilmaz girtiyekî nexweş ê giran ûbi nexweşiya KOAHê ye. Fevzî Arslan fitiqek giran pê re heye û roviyên wî li derve ne û neçar e korseyê girê bide. Dermankirina van girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nayên kirin. Nikarin di girtîgehê de bimînin. Bi raporên dijhiqûqî û li dijî tibê ku tên amadekirin, ew nayên berdan." (FD)