Fotograf: Pixabay
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê rapora meha Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê a derbarê binpêkirinên mafan li girtîgehên Herêma Marmarayê aşkere kiriye.
Komeleyê di avahiya xwe ya Beyoglûya Stenbolê de rapora ku li 22 rûpelan pêk hatiye aşkere kiriye û gotiye, li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûne.
"Pêkanînên li dijî girtiyan gîhaştiye asta îşkenceyê"
Di raporê de hatiye diyarkirin ku pêkanînên li dijî girtiyan gîhaştiye asta îşkenceyê û darbarê rewşa hin girtiyan de agahî hatiye dayîn. Di raporê de weha hatiye gotin: “Girtiyên bi navê Mehmet Tahir Ozcan û Kasim Karataş di meha Tîrmehê de ji Girtîgeha Rihayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê kirine û di dema sirgûnê de du rojan xwarin nedane wan û tenê şûşeyek av dane wan. Di têketina girtîgehê di bi lêgerîna tazî û êşkenceyê re rûbirû mane. Her wiha 6 girtiyên din ku nû hatine girtin dema birine Girtîgeha Tekîrdagê, bi êşkenceyê û lêgerîna tazî re rûbirû mane. Di pêvajoya pandemiyê de mafên girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatine binpêkirin.”
"Tecrîd giran kirine"
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li girtîgehan şertên tecrîdê hatine girankirin û di navbera girtiyan de têkilî tê birîn. Di raporê de hatiye gotin mafê girtiyan ên name şandin û wergirtin, hevdîtina telefonê û sûd girtina ji weşanan hatiye astengkirin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku di hevdîtinên bi parêzeran de ji pirsgirêk derdikevin û ji ber odeyên hevdîtinê yên bi branda kêm in parêzer rûbirûyê pirsgirêkan dimînin.
"Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan"
Di raporê de hatiye xwestin, divê şertên qawîşên di karantînayê de werin başkirin, astengkirina mafê dermankirina girtiyan were rakirin û girtiyên nexweş demildest werin berdan. (AY/FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê