Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ogûzhan Asîlturk, Serokê Lijneya Şêwra Bilind a Partiya Saadetê di 86 saliya xwe de li nexweşxaneya ku lê derman dibû, can daye.
Oguzhan Asîlturk di 14ê Îlonê de li Enqereyê ji ber zatûreyê rakiribûn nexweşxaneyê. Asilturk herî dawî bi daxuyaniyên xwe yên li dijî Peymana Stenbolê bûbû rojev.
Hasan Bîtmez, Cîgirê Serokê Giştî ê Saadetê ji Odatvyê re gotiye, “Ogûzhan Asilturk di rojên borî de ji ber koronavîrusê ji bo nexweşxaneyê hatibû rakirin. Asîlturk li Nexweşxaneya Şehîr a Enqereyê ku li wir derman dibû, ji ber koronavîrusê wefat kiriye.”
Temel Karamollaogluyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha gotiye: "Serokê me yê Lijneya Şêwirê ya Bilind, hevalrêyê me û merivê dozê Oguzhan Asîlturk wefat kir. Serê miletê me û camîeya me sax be. Cihê wî buhişt be."
(EMK/AY)