Ofîsa li Stenbolê ya Komeleya Piştgiriya LGBTI+yan a Lambdaistanbulê, di 11ê Mijdarê de bi îdiaya ku “bêdestûr weke lokal hatiye bikaranîn” ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hat mohrkirin.
Komeleyê diyar kir ku ofîs qadeke civakî ye ku LGBTI+ lê tên ba hev, piştgiriyê ava dikin û xebatên xwebexşiyê didomînin û bertek nîşanî biryara mohrkirinê da.
Lambdaistanbulê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev biryar piştî operasyonên “Malbata Min di Ewlehiyê de ye” yên 12ê Îlonê, berdewamiya pêkanînên li dijî qadên jiyan û rêxistinbûnê yên LGBTI+yan e.
Ji sala 1993yan vir ve xebatan dike
Dîroka Lambdaistanbulê digihîje “Çalakiyên Azadiya Zayendî” yên ku di sala 1993yan de li Stenbolê hatibûn plankirin lê ji aliyê walîtiyê ve hatibûn qedexekirin.
Lambdaistanbul di sala 2003yan de di nav rêxistinên ku Meşa Rûmetê ya yekem a li Stenbolê li dar xistin de cih girt.
Biryara girtinê Dadgeha Bilind betal kir
Lambdaistanbulê di sala 2006an de statuya komeleyê bi dest xist. Piştî wê derbarê komeleyê de doza girtinê hat vekirin.
Biryara girtinê ya ku hatibû dayîn, di sala 2009an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin.
Lambdaistanbul ji bo ku LGBTI+ bên ba hev, torên piştgiriyê ava bikin û di têkoşîna mafan de bi hêz bibin xebatan dimeşîne. Komele diyar dike ku di xebatên xwe de prensîbên li dijî cudakariyê hevgirtinê, rêxistinbûn, bêtûndkarî ,dilxwazî, beşdarî û zelaliyê esas digire.








