Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistina Geşedana Ekonomîk û Hevkariyê(OECD) du raporên PISAyê(Rêxistina Helsengandina Xwendekaran ya Navneteweyî) amade kiribû û di 6ê Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de belav kiribû.
OECDyê rapora sêyem jî amade kir û weşand.
Di raporê de rewşa xweşiya ji halê xwe ya xwendekarên ji 15 saliyê mezintir ên 72 welatan heye.
Xwendekarên li Tirkiyeyê 6.28 pûan stand. Bi vê pûanê Tirkiyeyê di rêza herî dawiyê de cih girt. Rapor diyar dike xwendekarên ji halê xwe herî zêde nexweş û xemgîn li Tirkiyeyê ne.
Xwendekarên Meksîkayê 8,27 pûan standine û ev yek nîşan dide xwendekarên ji halê xwe herî xweş û keyfxweş ew in.
Li gor raporê:
*Ji sedî 18,6ê xwendekarên li Tirkiyeyê diyar kirine ku di mehekê de ji carekê zêde zordarî li wan tê kirin.
*Ji sedî 61ê xwendekarên li Tirkiyeyê xwe aîdê dibistanan dibînin.
*Li Tirkiyeyê xwendekarên gotine ew ji halê xwe gelek keyfxweş in ji sedî 34,1 e. (YY/MB)