Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Geşedana Ekonomîk û Hevkariyê(OECD) rapora 2018ê ya PISAyê(Rêxistina Helsengandina Xwendekaran ya Navneteweyî) amade kiriye.
Lêkolîn li 79 welatan hatiye kirin. Tirkiye di rêza 31. de vih girtiye. Sala 2015ê di nav 70 welatan de Tirkiye bûbû welatê 50yê.
Bixwîne - OECD: Xwendekarên herî xemgîn ên dinyayê li Tirkiyeyê ne
Ji bo rapor bê amadekirin li 186 dibistanan 6 hezar û 890 xwendekar ketine ezmûna PISAyê.
Bi temamî zêdetirî 600 hezar xwendekarên ji 15 saliyê biçûktir ên 79 welatan ketine heman ezmûnê. Tirkiye di dersên Matematîk, Fen û Xwendinê de bi pêş ketiye lê hê jî li gor jimara giştî li paş e.
(AO/MB)