Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêveberiya Odeya Doktoran a Stenbolê civîneke çapemeniyê ji bo Doktor Şeyhmûs Gokalp, Endamê Lijneya Bilind ê Rûmetê ê Odeya Doktoran a Tirkan (TTB) li dar xistiye ku di 23yê Çiriya Paşiyê de hatibû girtin.
Civîn li avahiya Odeya Doktoran a Stenbolê pêk hatiye ku li Cagaloglûya Stenbolê ye.
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fincanci, Seroka Desteya Navendî ya TTByê, Prof. Dr. Pinar Saîp, Seroka Odeya Doktoran a Stenbolê, Prof. Dr. Taner Goren, Endamê Lijneya Rûmetê yê TTByê, Osman Ozturk, Endamê Lijneya Rêveber û gelek doktor beşdarî civînê bûne.
“Bi îfadeyên derew hate girtin”
Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka TTByê gotiye ku di sedemeke hiqûqî ya girtina Gokalpî nîne û bi îfadeyên derew hatiye girtin.
Prof. Dr. Pinar Saip, Seroka Odeya Doktoran a Stenbolê jî wiha axiviye: “Em hemû şahidê bêsûciya wî ne. Îfadeyên îtîrafkarekî/ê kirine sedema desteserkirina wî ku di jiyana xwe de ne rastî hev hatine ne hev nas dikirin.
Çi bûbû?
Dr. Şeyhmûs Gokalp, roja 23yê Çiriya Paşiyê, ji ber lêpirsîneke derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû girtin ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê ev lêpirsîn dabû destpêkirin.
Abdullah Zeytûn, Serokê Komeleya Mafên Mirovan ê Amedê ji bianetê re gotibû ku “mafparêzî û doktoriya wî ya ku bi salan e dike krîmînalîze kirine û weke sûc nîşan dane. Ew tohmetên ku lê tên kirin ji derveyî aqil e, bêyî li delîlên berbiçav bigerin ew girtin.”
TTByê di 2018an de daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku “Şer pirsgirêkeke tenduristiya gelî ye”. Di 30ê Kanûna Paşiyê ya 2018an de polîsan li hemberî TTByê operasyonek dabû destpêkirin. Dr. Gokalp jî li gel hin doktorên din desteser kiribûn. Piştî îfadeyên li dozgerî û dadweriyê serbest bûbû. (EMK/FD)