Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Odeya Bijîşkan a Amedê îro derbarê desteserkirina Dr. Şerîf Demîr Hevserokê Odeya Bijîşkan ê Amedê de daxuyanî dan çapemeniyê. Odeyê herwiha li ser medyaya civakî bi hashtagha #BilaDrŞerîfDemîrSerbestBibe kampanyayek da destpêkirin.
Dr. Şerîf Demîr Hevserokê Odeya Bijîşkan ê Amedê di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Amedê de 20ê Adarê saet nêzîkî 19.00ê hatibû desteserkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şûbeya Têkoşîna li Hemberî Terorê çûbûn mala Demîrî û li mala wî geriyabûn. Piştî lêgerînê polîsan Demîrî bi îdiaya ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” desteser kiribû. Demîr ji bo lêpirsînê biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
Heman rojê Recep Orûç Hevserokê Amedê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) û Mehmet Nûr Ûlûs Sekreterê heman saziyê di nav de nûnerên saziyên sivîl hatibûn desteserkirin.
“Parêzerên wî gotin ku tenduristî û moralê wî baş e”
Di daxuyaniya li avahiya Odeya Bijîşkan a Amedê de hat gotin ku, “parastina nirxên bijişkîya baş ne sûc e”.
Hat diyarkirin ku dozgeriyê dikarîbû ji bo îfadegirtinê bang li Dr. Şerîf Demîrî bikirana lê wan biryara serdegirtina mala wî û desteserkirina wî derxistine û ev kiryar “bêhurmetiya li hemberî normên hiqûqê” hat nirxandin.
Dîsa di dema heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parêzerên bi Demîrî re axivîne ragihandine ku tenduristî û moralê wî baş e.
Li gel endamên din ên Odeya Bijîşkan a Amedê, Dr. Şeyhmûs Gokalp Endamê Desteya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirkan (TTB) jî beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bû. Gokalp yek ji wan 11 bijîşkan bû ku di encama operasyona li ser TTByê de hatibû desteserkirin.
Piştî operasyona li ser Efrînê Desteya Navendî ya TTByê daxuyaniyek bi ser navê “Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e” dabûn û 11 endamên Desteyê 30ê Kanûna Paşiyê li 7 bajaran hatibûn desteserkirin. Endamên Desteyê biribûn Enqereyê û bi şertê kontrola edlî serbest mabûn. (AS/FD)