Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bicivin duh (28ê Kanûna Pêşiyê) çûn Girava Îmraliyê. DEM Partiyê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyekê nivîskî belav kir.
Bûldan û Onder diyar kirine ku wan li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek berfireh kirine û rewşa tendirûstiya wî baş bûye û moralî wî gelek bilind bûye. Her weha nirxandinên wî yên li ser çareseriya pirsa Kurd gelekî girîng bûne.
DEM Partî: Hevdîtina bi Ocalan re bi dawî bû
“Pêşniyarên çareseriyê yên erênî peşkeş kir”
Berdewamiya daxuyaniyê weha ye:
Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatiye nirxandin û Birêz Ocalan, li dijî senaryoyên siberoja tarî yên tên ferzkirin, pêşniyarên çareseriyê yên erênî pêşkêş kirin.”
Çarçoveya giştî ya raman û nêrînên Ocalan wiha ne:
“Bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye, di heman demê de ji bo hemû gelan jî xwedî girîngiyeke çarenûssaz û lezgîn e.
Ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîst e ku hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nav hesabên kurt û demkî înîsiyatîfê werbigirin, helwesteke erênî nîşan bidin û beşdariyeke erênî bikin. Bê guman yek ji qadên herî girîng ên vê beşdariyê jî dê Parlamentoya Tirkiyeyê be.
Bûyerên li Xeze û Sûriyeyê nîşan da ku ev pirsgirêka bi midaxeleyên derve dixwazin bikolin û bikin birîn, êdî nabe ku çareseriya wê were bipaşxistin. Ji bo serkeftina xebateke bi vê cidiyetê pêşniyar û beşdariya mixalefetê jî bi qîmet e.
Ez jî xwedî pisporî û îradeya pêwîst im ku piştgiriyeke erênî bidim paradîgmaya nû ya ku Bahçelî û Erdogan piştevaniya wê dikin.
“Ez amade me bang bikim”
Şande dê vê nêzîkatiya min hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di bin ronahiya van de ez amade me ku gavên erênî yên pêwîst biavêjim û bangê bikim.
Hemû ev hewldanên me dê welat bigihîne asta ku heq kiriye û di heman demê de dê bibe rêberekî gelekî hêja ji bo veguherîna demokratîk jî.
Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”
(VC/AY)
Çavkan: MA, Rudaw