Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Mehmet Ocalanê birayê rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî çû giraya Îmraliyê piştî hevdîtina digel rêberê PKKyê, Mehmet Ocalanî li Amedê digel wan kesên di greva birçîbûnê de bûn daxuyanîyek da.
Ocalanî bi Kurdî dest bi axiftinê kir û dîyar kir ku birayê wî silav kirine.
Mehmet Ocalanî da zanîn ku rewşa Abdullah Ocalanî û sê girtiyên digel wî gelek baş e.
Mehmet Ocalanî peyama birayê xwe ya ‘’heke dewlet amade be, projeyên me hene em ê di 6 mehan de çareser bikin.’’ eşkere kir.
Peyama Ocalanî
‘’Em digel sê hevalên li vê derê dixebitin. Tecrîd didome lê me pirsgirêkên fîzîkî nînin.
‘’Projeyên me hene. Heke dewlet amade be bila du kesan bişîne vê derê em ê vê pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bikin.
‘’Her roj mirov dimirin. Ev welat vê yekê heq nake. Ev şerekê çavgirtiyan e. Ti kes dê nekare ti kesan. Heyf û mixabina mirovan e, bila xwîn nerije.
‘’Heke Dewlet amade be dikare dîsa wê heyetê rêke nik min.
‘’Sibeyê cejna qurbanê ye, li welatekî 40 kes bimirin cejn lê nayê pîrozkirin. Bşla cejna we pîroz be lê ev yek ne exlaqî ye. ‘’ (ÇT/MB)