Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye û gotiye, Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û muwekîlên wan ên din ku li Girtîgeha Îmraliyê ne, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîne.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kiriye ku duh (27ê Nîsana 2020an) ji bilî Abdullah Ocalan, muwekîlên wan Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş jî bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîne.
Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrin de wiha hatiye gotin: “Muwekilên me birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Hayri Konar, birêz Hamili Yildirim û birêz Veysî Aktaş ên ku di Girava Îmraliyê tên girtin îro 27ê Nîsana 2020an bi malbatên xwe re li ser telefonê hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li cihê malbat lê ne bi rêya dozgeriyê pêk hat. Em vê agahiyê pêşkeşî raya giştî dikin.” (AY/FD)