Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mehmet Ocalan, Birayê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî û malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ne, ji bo hevdîtina cejnê 5ê Hezîranê çûne Girava Îmraliyê.
Mehmet Ocalan, ji Ajansa Mezopotamyayê re behsa hevdîtina bi Abdullah Ocalanî re kiriye. Mehmet Ocalanî destnîşan kiriye ku Abdullah Ocalanî bal kişandiye ser grevên birçibûnê û wiha gotiye: "Got 'Çalakiyên greva birçîbûnê rêbazek têkoşînê ye. Lê ev heta cihekî ye. Piştî demekê û şûn de ger ku berdewam bike zerarê dide bedenê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên gel ên demokratîk bên pêşxistin’.”
Ocalanî rexne li siyaseta tirkan û kurdan kiriye û wiha pê de çûye: *Tirkiye ketiye pêvajoyek ku xetimiye. Ji ber vê yekê Dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encamê bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne divê hem devlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê serî li rê û rêbazên nû bide. Divê rêbazên nû bi pêş bixin. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêş nakeve. Ji bo çareseriyê aştiyek bi rûmet girîng e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên ku aştiya bi rûmet ava dikin pêş bixin. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne.'
“Heke rêyên diyalogê vebin wê ji bo her kesan baş bibe”
Ocalanî li ser pirsa birayê xwe ya ku gotiye, rêyên diyalogê vekirî ne yan na, ev bersiv daye: “Ger derfet bên dayîn ev rêya xetimiye wê vebe. Ger ku derfetê bidin em dikarin vê rêya vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe. Ne ez dikarim bêjim hemû rêyên hevdîtinê hatiye vekirin û ne jî dikarim bêjin hatine girtin. Divê em hinekî bipên. Ger ku hin qanal bi temamî vebin wê ev ji bo her kesî erênî be. Lê ger ku rê bên girtin wê ji bo her kesî pêşketinên neyînî bin.”(EMK/FD)