Foto: AA/ Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Staffan de Mistura nûnerê daimî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê ji bo Sûriyeyê, derbarê operasyona Idlibê de hin hişyarî dane ku ji bo operasyonê Sûriye amadekariyan dike.
Wezareta Navxweyî ya Rûsyayê duh ji bo operasyonê gotibû ew bi Îran û Tirkiyeyê re hevdîtinên xwe berdewam dikin.
Li gorî nûçeya Reutersê, nûnerê NYyê bang li Rûsya, Îran û Tirkiyeyê kiriye û û gotiye û gotiye ku “Dibe bi 10 hezaran terorîst (dixwaze bibêje El Nûsra û El Qaîde) tevlî wê operasyonê bibin” ku tê payîn li Idlibê çêbibe û wiha berdewam kiriye, “ihtimaleke mezin e him hêzên Sûriyeyê him jî ev hêz gaza klorê weke çeka kimyewî bi kar bînin.”
Staffan de Mistura her weha gotiye ku ji bo sivîl ji herêmên bên dûrxistin divê korîdora alîkariya mirovî bê avakirin. Mistura destnişan kiriye ku heke sivîl li wê herêmê ber bi şerekî ve bên kaşkirin wê ev her tiştî ji kontrolê derxe û “firtoneyeke gelekî mezin” çêbike.
Rûsya û Tirkiyeyê leşker şandiye
Di demeke ku artêşa Sûriyeyê amadekariyên operasyona Idlibê dike de duh Rûsyayê 10 keştiyên şerî û du noqav şandibû rojhilatê Akdenîzê.
Hatibû diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Tirkan ên fermî (TSK) bi mebesta xurtkirina xalên çavdêriyê yên li Hama û Idlibê du karwanên leşkerî roja çarşemê gihiştine herêmê. (PT/FD)