Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mîsyona Alîkariyê ya Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî(UNAMA) di rapora xwe ya bi sernava "Li Afganîstanê Mafên Mirovan" de ragihandiye ku rêveberiya Talîbanê mafên mirovan binpê dike.
Di rapora UNAMAyê de daneyên 15ê Tebaxa 2021an heta 15ê Hezîrana 2022'an cih digire. Li Afganistanê 10 meh in Talîban desthilat e.
Di raporê de hatiye gotin ku desthilatdarên niha yên Afganîstanê "kuştinên bê dadwerî, îşkence, girtinên kêfî, desteserkirin û muameleya xerab pêk tîne.
Di warê mafên jinan de paşkevtinên cidî hene
Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku li Afganîstanê di warê azadiya derbirînê û mafên jinan de paşketinên cidî hene.
Li gorî agahiyan, di êrîşên bombeyî yên girêdayî rêxistina DAIŞ-H ku serbi DAIŞa Afganistanê ye 700 kes mirine û 1406 kes jî birîndar bûne.
160 kuştin, 178 desteserkirin û girtin
Li gorî vê raporê, Talîbanê 160 kuştinên bêdaraz, 178 desteserkirin û girtinên kêfî, 23 hucreyên takekesî û 56 caran îşkence û muameleya xerab li dijî berpirsên hikûmetê û hêzên ewlehiyê yên berê pêk anîne.
Rêveberiya Talîbanê li 217 kesan "cezayên nemirovane" biriye û 118 caran jî hêza zêde bi kar anîye.
6 rojnameger hatin kuştin
Di binpêkirinên mafên mirovan de 173 rojnameger bandor bûye, 6 rojnameger hatin kuştin, ji wan 5 ji aliyê DAIŞ-H û yek jî ji aliyê kesekî nenas ve.
122 desteserkirina kêfî û girtin, 58 muameleya xerab, 33 gefxwarin û 12car jî hucreyên yekkesî li ser rojnamegeran hatiye pekanîm. Van pêkanînan bandoreke neyînî li 65 parêzvanên mafên mirovan kiriye. Ji van kesan 47 hatine girtin û 17 car jî cezayê hucreyên yekkesî li wan hatiye birîn.
Talîbanê rapor qebûl nekiriye
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîdî li ser hesabê xwe yê şexsî yê Twitterê derbarê raporê de gotiye ku ev dane rastiyê nîşan nadin.
Ji bo tevahî rapora UNAMAyê bitikîne(Îngilîzî)
(AS/AY)