Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê(TTB) û Komîseriya Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî(NY) di Xeta Piştgiriyê ya Wergerê de kurdî tüne hesabindine.
Xeta Piştgiriyê di sala 2018an de ava bûye û heta niha bi erebî û farsî xizmet didan. Herî dawî zimanê fransî û dariyî(li Afganistan û Pakistanê tê bikaranîn) jî li xeta piştgiriyê zêde kirine. Lêbelê di gel ku li Tirkiyeyê ji 130 hezarî zêdetir penaberên Kurd hene, cih nedane kurdî.
Komîsyona Mafên Penaberan ya Baroya Mêrdînê ji bo ku li Xeta Piştgiriyê ya Wergerê kurdî jî were zêdekirin duh(12ê Nîsanê) daxwazname nivîsandiye.
“Gotin projeya NYê ye û kurdî lê zêde nekirin”
Parêzer Sezgîn Dînç, Sekreterê Giştî yê Baroya Mêrdînê ku daxwazname wî nivîsandiye derbarê mijarê de bi bîanetê re axivî.
Dînç diyar kir û got, “Ji me re gotin, Projeya Xeta Piştgiriyê ya Wergerê ne ya TBByê ye, ya NYê ye û biryar di deste NYê de ye.”
Dînç destnîşan kir ku TBByê heta niha daxuyanî û bersivek fermî nedaye û weha got, “Ji me re hat ragihandin ku NYê cih daye zimanê ku zêde hatine xwestin lêbelê em nizanin ev rast e an na.”
“Her weha di rojên derbasbûyî de nûnerên herêmê yên Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî serdana baroya me kirin. Ji me re gotin hûn xetê bikartînin an na û ger kêmasî hebe em ê we agahdar bikin.
“Me jî got derbarê kurdî de daxwaza me heye. Yekser negotin lê gotin me cih daye zimanê ku tên xwestin. Daxwazeke bi vî awayî ya Baroya Mêrdînê heye lê ev tenê pirsgirêka me nîne. Li Bûrsa, Konya û Îzmîrê jî penaberên Kurd yên İraqî û Sûriyeyî hene.
“Li dijî prensîba wekheviyê ye”
Daxwaznameya Baroya Mêrdînê weha ye:
Parêzer Sezgîn Dînç di daxwaznameya ku ji TBByê re şandiye de weha gotiye: “Di nav zimanê ku ji aliye buroya piştgiriyê ve hatiye peşkeş kirin de nebûna kurdî kêmasiyek mezin e."
"Li gorî daneyên Rêveberiya Îdareya Koçan yên 24ê Adara 2022an, li Mêrdînê 91 hezar û 686, li Tirkiyê jî 3 milyon hezar û 75 hezar û 501 penaberên Sûrî hene. Li gor amarên mafên pêkhateyên navneteweyî ji sedî 10 heta 12 ji nifûsa Sûriyê Kurd in. Her dîsa ji ber nifûsa Kurdên Êzîdî yên ku li navçeya Midyada Mêrdînê di bin statuya parastina navneteweyî de dijîn û zimanê wan ê dayikê Kurdî ye, pêwîstî bi piştgiriya xeta wergera Kurdî heye."
"Ji ber sedemên ku me li jor diyar kirin,li gorî prensîbên wekheviya di gihandina dadwerî û aboriyê de, em daxwaz dikin ku bi hevkariya Yekitiya Baroyên Tirkiyê û Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya alîkariya hiqûqî de xeteke piştevaniya wergera Kurdî bê avakirin.”(RT/AY)