Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihanê rojnameya New York Timesê, Eric Scmittî di nûçeyeka xwe de eşere kiriye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) dê 150 leşkeran bişîne Rojavayê.
CNN Internationalê îdia kiriye ku DYA dê van leşkeran ji dewletên li derdora Sûriyeyê bişîne wê derê.
Rayedarekê artêşa Amerîkayê daye zanîn ku ji bo şandina leşkeran biryara esehî nehatiye dayin.
Piştî biryara serokê DYAyê, Donald Trumpî par leşkerên Amerîkayê qist bi qist ji Sûriyeyê derketibûn û nêzîkî hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê mabûn.
Ajansa Anadolûyê jî ji devê berdevkê Pentagonê, Sean Robertsonî eşkere kiriye ku ti guherîn di jimara leşkerêmn li Sûriyeyê nîne.
Hefteya borî Tirkiye û DYAyê bi hev re dest bi dewrîyeyên leşkerî kiribû. Liv û tevgera leşkerî li Sûriyeyê didome.
(PT/MB)