NY: Li Xezeyê di nexweşxaneyekê de 10 hezar filistînî hene
![NY: Li Xezeyê di nexweşxaneyekê de 10 hezar filistînî hene](https://static.bianet.org/haber/2024/02/22/bm-gazzedeki-hastanede-10-bin-filistinli-bulunuyor.jpg)
UNRWAyê ragihand ku tankên artêşa Îsraîlê dorpêça li ser Nexweşxaneya Nasirê didomîne, di 18ê Sibatê de nexweşxane ji çûn û hatinê re hat vekirin û NY û Heyva Sor a Filistînê ji nexweşxaneyê 14 nexweş derxistin.
UNRWAyê di daxuyaniyê de got."Danûstandin ji bo derxistina nexweşên mayî, ku tê texmînkirin ji 100î zêdetir in, hîn berdewam in,"
![Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsê 7 hezar û 40 Filistînî desteserkirin](https://static.bianet.org/haber/2024/02/15/israil-bati-seria-ve-kuduste-7-bin-40-filistinliyi-gozaltina-aldi.jpg)
Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsê 7 hezar û 40 Filistînî desteserkirin
70 xebatkarên tenduristiyê desteser kirin
UNRWAyê diyar kir ku li nexweşxaneyê 10 hezar filistînîyên ji cih û warên xwe bûne û 300 xebatkarên tenduristiyê hene û destnîşan kir ku leşkerên Îsraîlê nêzî 70 xebatkarên tenduristiyê desteser kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê di navbera 15-19ê Sibatê de li Şerîeya Rojava ya dagirkirî zêdeyî 129 êrîş pêk anîne û di van êrîşan de 4 jê zarok herî kêm 92 filistînî desteser kirine.
Îsraîlê elektrîk qut kir
Nexweşxaneya Nasir, Îsraîlê veguherand baregeha leşkerî, elektrîka wê qut kir û amûra oksîjenê ya nexweşxaneyê ji xizmetê xistibû. Li beşa nexweşên giran ya wê nexweşxaneyê 8 nexweş mirin.
![Li Xezeyê 28 hezar û 576 kes mirine](https://static.bianet.org/haber/2024/02/14/gazzede-28-bin-576-kisi-hayatini-kaybetti.jpg)
Li Xezeyê 28 hezar û 576 kes mirine
(AS/AY)