Ajansa Alîkarî û Avahîdaniya Penaberên Filistînî ya li Rojhilata Nêzîk a Neteweyên Yekgirtî (UNRWA), ragihand ku li Xeta Xezeyê, ji ber êrîşên Îsraîlê, 600 hezar kes neçar mane cih û warên xwe bibin.
UNRWAyê bi navê “Qudsa Rojhilat jî tê de Rewşa li Xeta Xezeyê û Şerîaya Rojava: “17 Rojên di Şer de” weşand.
Destûra sotemeniyê nedan
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Xeta Xezeyê, ji ber êrîşên Îsraîlê, 600 hezar kes neçar mane cih û warên xwe bibin. Ev kes di 150 sitargehên UNRWAyê de hatine bicihkirin.
Hatiye gotin ku di 24 saetên dawiyê de 10 hezar kesên den ji cih û warên xwe bûn û li gel herêmên navenda Xezeyê, ji Xan Yûnis û Refahê jî nêzîkî 430 hezar filistînî ji cih û warên xwe bûn.
Li gorî rapora UNRWAyê, ji 21ê Çiriya Pêşiyê heta niha 54 barhilgir derbasî Xezeyê bûn û alîkarî gîhandin niştecihan. Di nava kelûpelên alîkariyê de, xurek, av û derman hene lê destûra derbaskirina sotemeniyê nehat dayîn.
Îsraîl: Sotemenî wê neçe Xezeyê
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagariyî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bila sivîlên filistînî yên li Xezeyê biçin başûr. Hagariyî destnîşan kir ku ew ê “xurek, derman, elektrîk û av bi rengekî ewle bigihêje” başûr, lê wê “sotemeniyê netin Xezeyê.”
Guterres: Demildest bila agirbest bê ragihandin
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) António Guterresî di dema civîna Desteya Ewlehiyê ya NYyê de axivî û behsa rewşa dawî ya pevçûna di navbera Filistîn-Îsraîlê kir.
Civîn li Navenda Giştî ya NYyê ya li New Yorkê pêk hat û di civînê de tedbîrên lezgîn hatin nîqaşkirin.
Guetteresî di dema civînê de behsa rewşa dawî kiriye û gotiye “di vê dema krîtîk de jî girîng e NY çavê xwe ji tekane çareseriyê” ango “avakirina du dewletan” re negire.
Sekreterê Giştî yê NYyê her weha xwest ku li herêmê demildest agirbestek bê ragihandin. (AS/FD)