Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Lêkolînên Li Ser Mafên Mirovan a Netweyên Yekbûyî li ser Sûriyeyê raporek amade kiriye. Sîyasetnasê ji Brezîlyayê, Paulo Sergio Pinheiroyî serokatîya komîsyonê kiriye.
Li gor raporê:
- Li Sûriyeyê zêdetir du milyon zarokan nikarin bi awayekê rêkûpêk biçin dibistanan.
- Piştî şerî bi hezaran dibistan herifîne.
- Bûyerên tûndkar diqewimin û ji ber wê zarok nikarin biçin dibistanan.
- Zarok ji bo beşdarî leşkerîyê bibin têne şandin.
- Mirov li ber çavên zarokan tên înfazkirin.
- Tecaviz li arokên keç tê kirin.
- Zarok di xemgînî û tinetîyê de mezin dibin.
- Gelek zarok û kesên sivîl hatine kuştin lê jimareka berdest nehatiye pêkanîn.
- 5 milyon zarok winda ne.
(RT/MB)