Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Navenda Neteweyên Yekgirtî ya li Cenêvê duh bi şev daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku digel biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (KENY) li rojhilatê Xûtayê bombebarana artêşa Sûriyeyê berdewam dike û pevçûn her diçe xurtir dibin.
Panos Moumtzis Koordînatorê Alîkariya Mirovî yê NYyê li Sûriyeyê diyar kiriye ku “Li şûna agirbesta bilez êrîş xurtir bûne” û destnîşan kiriye ku ji nîvê meha sibatê heta niha nêzîkî 600 kes li rojhilatê Xûtayê mirine û 2 hezar kes jî birîndar bûne.
Di vê navberê de komên muxalif aşkere kirine ku hêzên bi ser Beşar Esad Serokdewletê Sûriyeyê ve ji sedî 10 li rojhilatê Xûtayê bi dest xistine.
Li rojhilatê Xûtayê nêzîkî 400 hezar sivîl dijî ku rêveberiya Sûriyeyê bombebarana hewayî û bejayî berdewam dike. (PT/FD)
* Fotoğraf: Amman Sab/ Suriye/ AA