Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Ji Bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî(NY) li ser platforma medyaya civakî Xê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de diyar kiriye ku êrişên arteşa Îsraîlê didomîn û derbarê rewşa bajarê Refahaya ku 1,5 mîlyon fîlîstiniyên ku koçber bûne û hatine lê bicih bûne de agahî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her çiqas 76 sal li ser Nekbeyê (Karesata Mezin) re ya ku Filistînî bi darê zorê hatin koçkirin re derbas bibe jî, niha jî fîlîstînî bi darê zorê tên koçberkirin. Artêşa Îsraîlê di 7ê Gulanê li dijî herêma Refahê ya Xezeyê êrîşa bejahî da dest pê kirin û ragihand ku wan deriyê sînor yê aliyê Xezeyê yê bi Misirê re bi dest xistine. Piştî vê heta niha 600 hezar kes neçar man ji Refaha ku êriş li ser didome, birevin.
"Li Xezeyê 1,7 milyon kes ji cih û warên xwe bûn"
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber şerê li Xezeyê nêzî 1,7 milyon kes neçar man cih û warên xwe biterikînin û gelek kes ji wan bi dehan caran koçber bûne."
Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Haq di civîna çapemeniyê ya rojane de diyar kir ku Nexweşxaneya Sahra ya Endonezyayê ya li Refahê duh ji xizmetê ketiye.
Haq diyar kir ku 8 nexweşxaneyên mayî jî hewl didin hewcedariyên mezin ên Refahê bi cih bînin.
(AS/AY)