Fotograf: Ajansa Anadoluyê (Arşiv)
Kerîm Esad Ahmed Xan, Şêwirmendê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî duh (10ê Gulana 2021ê) encama raporta Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ji Civata Ewlekarîyê re pêşkêş kiriye û gotiye ku kiryarên DAIŞê yên li dijî êzidiyan komkujî ye.
Li gorî nûçeya Dengê Amerîka ya kurdî, Ahmed Xanî di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: "Tîma UNITADê bi berfirehî vekolîna kiryarên xirab yên li dijî êzidiyan kir. Ji karbidestên Îraqê, Herêma Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl ên wî welatî bi hezaran daxuyanî û dîdevanî tomar kirin. Ez dikarim bêjim, delîlên zelal û pêbawer hene ku tawanên li dijî êzidiyan digiheje asta jenosîd (komkujî) e.
Xanî daye zanîn ku tîma wan piştî analîzên kompîteran, tomarên deng yên telefonan, teknolojîya nasîna rûyan (facial recognition) û pêdaçûn û lêkolînên forenzîk giheşte wê encamê:
”Pêlg û delîlên me civandin, piştrast kirin ku DAIŞê ji kiryarên tuneker yên wek kuştinkarî, destdirêjîya cinsî, îşkence, kolekirin û tawanên din yên şer û li dijî mirovahî yên li ser êzidiyan berpirs e.”
Xanî bi berdewamî daye zanîn, xebata wan wê bibe alîkar ku endamên DAIŞê ji bo tawanên li Îraqê hatine kirin, li dadgehên navnetewî werin darizandin û wiha gotiye:
“Raporta me çarçoveyek danîye ku di nava sala were de dadgehkirina endamên DAIŞê pêkan bike.”
NYyê berê jî gotibû "komkujî ye"
Komîsyona lêkolînê ya Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di 2016ê de rapora derbarê çalakiyên ku DAIŞê li Sûriyê û Îraqê pêk anîne de, eşkere kiribû.
Komîsyonê bi 45 kesan re ku di nav de rayedarên tenduristiyê, parêzer, rûspiyên olî, rojnameger û aktîvîst jî hene, hevdîtinan pêk anîbû û bi wî awayî rapor amade kiribûn. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku DAIŞê Êzidî qirkirine.
Di wê raporê de hatibû diyarkirin ku 400 hezar êzidî hatine kuştin, revandin, kolekirin û bi vî awayî li dijî wan hewldana qirkirinê pêk hatiye.
"Xwestin ku nasnameya êzdîtiyê ji holê rakin"
Serokê Komîsyonê Paulo Sergio Pinheiroyî li civîna çapemeniyê ku li Ofîsa NYê ya li Cenevreyê hatibû lidarxistin de axivîbû û got ku DAIŞ sûcê qirkirinê hêjî didomîne.
Pinheiro gotibû: "Jin, zarok û mêrên ku di destê DAIŞê de ne rastî wehşeteke ji dûrê aqilan hatin."
Pinheiro ragihandibû ku DAIŞê di 3ê Tîrmeha 2014an de êrişî herêma Şengalê kiriye û êzidiyên li wir bi darê zorê birine Sûriyeyê û diyar kiribû ku bi wan hewldanên dijmirovî xwestine nasnameya êzdîtiyê ji holê rabikin.
Pinheiroyî bangî Konseya Ewlehiyê ya NYê kiribû ku qirkirina li dijî êzidiyan pêk hatiye were qebûlkirin û ji bo rizgarkirina wan bikevin nav lîv û tevgerê û diyar kiribû ku ji bo vî sûcê dijmirovî divê serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were dayîn.
Di heman salê de Parlamentoya Ewropayê û Meclîsa Nûneran a DYAyê biryar dabûn ku DAIŞê li Rojhilata Navîn li dijî êzidî, xirîstiyan û kêmneteweyên din ên etnîk û olî komkujî pêk aniye.
Çi bûbû?
Di sala 2014an de DAIŞê êrişî Şengalê kiribû û bi hezaran welatiyên êzidî qetil kiribûn. Bi hezaran welatiyên ji destê DAIŞê revîyabûn Çiyayê Sîncarê û gelek ji wan ji ber tî û birçîbûnê can dabûn.
DAIŞê bi hezaran jin û zarokê êzdî jî ji bo koletiyê bi wan bidin kirin revandibûn. (FD)