Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Zeid Hussein Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekgirtî (NY) hin hişyarî û bangewazî ji bo wan hilbijartinan kir ku wê 24ê Hezîranê li Tirkiyeyê çêbibe. Hussein di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku “Li Tirkiyeya ku Rewşa Awarte lê berdewam dike, cî li muxalefetê gelekî hatiye tengkirin”.
Zeid Husseinî di daxuyaniyê de wiha gotiye:
“Tenê di meha Nîsanê de 29 rojnameger bi tohmeta terorê hatine girtin. Di 18 mehên Rewşa Awarte ya piştî hewldana derbeyê hatibû ragihandin, nêzîkî 160 hezar mirov hatibûn girtin, gelek ji wan bi hincetên kêfî 152 karmend ji kar hatin avêtin, mamoste, dadwer u parêzer an ji kar hatin avêtin an jî hatin dadgehkirin. Girtinên 1ê Gulanê ji hêla polîsan ve çêbûn, delîla wî tiştî ye ku li welêt mafê kombûna aştiyane çiqas tê astengkirin. Di wê rewşa ku muxalefet li hemberî partiya desthilatdar tê cezakirin de zehmet e mirov bifikire ku wê hilbijartin di bin şert û mercên ewlehiyê de çêbibin”.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di bin van şert û mercan de wê encamên hilbijartinê ji nîqaşê re vekirî bin.
Wezareta Karên Derve: Em girîngiyê nadinê
Hamî Aksoyî Berdevkê Wezareta Karên Derve bertek nîşanî daxuyaniya NYyê da. Aksoyî daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û wiha gotiye: “Ev daxuyanî wê biryara hilbijartinê nîqaş dike ku Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê standiye ku nûnertiya vîna gelê me dike. Herweha hin gotinên bedbext ên ku behsa çawaniya rêveberiya welatekî serbixwe dike di vê daxuyaniyê de hene. Em girîngiyê nadin vê daxuyaniya ku bi temamî bi armancên siyasî hatiye dayin”. (ŞA/FD)