Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Filippo Grandi têkildarî êrîşên li dijî Lubnanê li ser Xê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Grandî da zanîn ku "Hejmara Lubnanî û Sûriyeyiyên ku ji ber êrîşên asmanî yên Îsraîlê reviyan û ji Lubnanê derbasî Sûriyê bûn gihîşte 100 hezarî". Her weha Grandi destnîşan kir ku çûna ji bo Sûriyeyê berdewam e.
Îsraîlê li Beyrûtê 3 endamên FHKCyê kuştin
Grandî diyar kir ku berpirsên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) tevî rayedarên herêmî û Heyva Sor a Sûriyeyê li çar xalên derbasbûnê amade bûn da ku piştgiriyê bidin kesên ku derbasî herêmê dibin.
Di êrîşên Îsraîlê de 1174 kes mirin
Artêşa Îsraîlê ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve şer û pevçûnên bi Hizbullahê re didomîne. Di 23ê Îlonê de Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî birin ser bajarên başûrê Lubnanê û herêmên Bekaa û Baalbekê.
Li gorî dezgehên Lubnanê, ji 17ê Îlonê û vir ve ku roja amûrên ragihandinê yên Hizbullah bi kar tîne hatin teqandin, jê 104 zarok û 194 jin bi giştî 1174 kes mirin.
Serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah di 27ê Îlonê de li Beyrûtê di encama êrîşên asmanî yên artêşa Îsraîlê de hatibû kuştin.
Hîzbullah jî bi roket û mûşekan bersiva Îsraîlê dide.
Li Lubnanê ji ber bombebarana Îsraîlê bi sed hezaran kes koçber bûn.
Pêla koçberiya ji herêmên başûrê welêt ber bi paytext Beyrûtê û bakur ve didome.
(AS/AY)