Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek li ser bandora şewba Covîd-19ê ya li ser zarokan eşkere kiriye.
Guterresî diyar kiriye û gotiye,hema bigre li tevahîya cîhanê zarok naçin dibistanê. Hinek dibistan perwerdeya online didin û derfeta hemû kesan nîne ku ji perwerdeya online fêdê bistînin.
Xwarina zarokan li dibistanê dihate dayîn
Guterres weha pê de çûye, 310 mîlyon xwendekaran pişta xwe bi xwarinên ku dibistanan dida ve gire dabû. Li pêş şewba Covîd-19ê jî gelek zarok birçî bûn û xwe nedigîhan xurek û xwarinan.
Felca zarokan didome û aşiya sorik hatiye rawestandin
Guterresî destnîşan kiriye, ku ji ber vîrusa Covîd-19ê aşîya felcê ya ji bo zarokan hatiye taloqkirin. Li 23 welatan aşiya sorikan hatiye rawestandin.
''Aboriya kûrewî her diçe lawaz dibe û bi vê re dibe ku di sala 2020an de bi sed hezaran zarok bimire ''
Mîlyar û nîv zarok û ciwan neçar mane navberê bidin perwerdeyê
Li gor raporê nêzikî 386 mîlyon zarok di sala borî de bi feqîrî û hejariyê re rûbirû mane. Ji ber şewba Covîd-19ê 42 heta 66 mîlyon zarokên din li wê hejmarê zêde bûne.
Ji ber Covid-19ê li 188 welatan dibistan hatine girtin û 1.5 mîlya zarok û ciwan bê perwerde mane. (TP/AY/FD)