Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Neteweyên Yekgirtî lêkolîna wan bûyerên tundkariyê kiriye ku zarok di dema şerê li Sûriyeyê rastî wan hatine. NYyê rapora xwe di 30ê Tîrmeha 2018ê de temam kiriye û 26ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) aşkere kiriye. Encamên lêkolînê behsa bûyerên di navbera Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2013ê û Hezîrana 2018ê dike.
Li gorî raporê di nava 5 salên dawî de li Sûriyeyê, herî kêm 3 hezar û 891 zarok mirine, 3 hezar û 448 zarok jî kêmendam bûye.
Virgina Gamba, Nûnera Taybet a Pevçûnên Biçek û Zarokan a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekgirtî, di civîna çapemeniyê de gotiye, ji bo aştî li Sûriyeyê çêbibe pêwistî bi demeke dirêj heye. Gambayê bang li aliyên şer kiriye ku tuniyê rawestînin.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku zêdetirî 12 hezar zarok rastî bûyerên tundkariya giran û binpêkirina mafan hatine. Rapor diyar dike ku zarok bi bombeyên bermîl û xaran hatine kuştin. Her weha hatine çarmixkirin û kuştin.
Zarokan neçarî leşkeriya mecbûrî dikin
Li gorî rapora NYyê herî kêm 3 hezar û 377 zarok neçarî leşkeriya mecbûrî hatine hiştin. Hêzên çekdar ên ne bi dewletan ve girêdayî, ji sedî 90ê van zarokan neçarî şer dikin. Ji çaran yekê van zarokan di bin 15 saliya xwe re ne. Di nava wan de zarokekî 4 salî jî hebûye. (OI/HK/FD)
* Foto: Anadolu Ajansı - Arşiv 2017