Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî erdheja ku duh (22ê Hezîranê) li bajarê Paktîka Efxanistanê ya nêzîkî sînorê Pakistanê pêk hatibû, îro jî li Feyzabadê ku dikeve bakurê rojhilatê wî welatî erdhejek bi pileya 4.3an rû daye.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk ya DYAyê (USGS) ragihandiye ku erdhej di kûrahiya 220 kîlometreyan de hatiye tomarkirin û navenda erdhejê 48 kîlometre li başûrê rojavayê gundê Jurm ê eyaleta Bedexşanê ye.
Ji aliyê din ve piştî erdheja bi pileya 5.9ab ku duh li rojhilatê welêt pêk hatibû û di encamê de herî kêm hezar kes miribû û hezar û 500 kes jî birîndar bûbûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li wî welatî ji ber nebûna ceyran û barana zêde heta danê sibêya îro hatibûn sekinandin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê erdhejê de daxuyaniyek daye û li ser nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine, ragihandiye ku li herêma erdhejê nêzî 2 hezar xanî hilweşiyane.
Rayedarên Talîbanê jî bang li civaka navneteweyî kirine û daxwaz kirine ku di zûtirîn demê de alîkarî ji bo welatê wan bê şandin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden aşkere kiriye ku wî "telîmat daye saziyên pêwendîdar ku alîkariyên pêwîst bidin Afganistanê".
(SD/AY)