Komîserê Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû hin rapor hene ku li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê di operasyonan de welatiyên sivîl hatine kuştin û destûra lêkolînkirinê xwestibû. Hat ragihandin ku daxwaza NYê hatiye qebûlkirin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Komîsertiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rupert Colville ku li ser rûpela fermî ya saziyê de weşandî de hat destnîşankirin ku Wezareta Karên Derve nameyek şandiye û ji bo lêkolîn û lêpirsînan wan diyariyê Tirkiyeyê kirine.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî Zeid Raad al-Husseîn, di daxuyaniya xwe ya 10ê mehê de bangê li Tirkiyeyê kiribû ku bila destûr were dayîn ku binpêkirina mafên ku ji hêla hêzên dewletê ve hatine kirin de, were lêkolînkirin.
Di daxuyaniya Komîsertiyê de wiha hat gotin: ‘Wezareta Karên Derve di nameya xwe ya ku roja pêncşemê gihiştiye destên me de ragihandiye ku wê hukimet ji pêşwaziya heyeta me kêkfeş be.’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
‘Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan, Çarşema borî ji hukimeta tirk re nameyek şand û li gorî peymanên heyî, carek din daxwaz kir ku bila destûr bidin heyeta me ku derbarê îdiayên pinpêkirina hiqûqa navneteweyî de lêkolîn bikin.’
‘Em dê demek nêz de heyetek bişînin. Em hêvî û temenî dikin heyeta me ji hêla rayedarên tirk ve baş were pêşwazîkirin.’
‘Jêrzemînên Wehşetê’
NYê daxwaz kiribû ku derbarê raporên ku 100 kesên di jêrzemînên Cizîrê de asê mabûn û ji hêla hêzên dewletê ve bi şewitandinê hatine kuştin de lêkolîn were kirin.
(AS/YO)