Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kiriye ku vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) tenê ji aliyê laşî ve tenduristiya mirovan xerab nake, ji aliyê derûniyê ve jî tesîrê dike. Guterresî bangî hikûmetan kiriye ku di têkoşîna şewbê de xizmetên ji bo derûniyê jî fînanse bikin.
Guterresî peyama xwe bi rêya vîdeoyekê weşandiye û gotiye, ji ber hin sedemên wek mirina xizman, jidestçûna karî, karantînekirin, sînordarkirina jiyanê û endîşeya paşerojê dibe ku derûniya mirovan têk bibe.
Guterresî diyar kiriye ku şewba Covîd-19ê stresê zêde dike û bandorê herî zêde li ser xebatkarên tenduristiyê yên di qonaxa ewil da ne dike. Her weha bandora wê li ser kal û pîran, nexweşan, kesên ku li herêmên krîz û şeran dijîn heye. Guterresî destnîşan kiriye ku heke şewb têkeve binê kontrolê jî êş û jan, fikar û depresyona kesayet û civakan wê bidome.
Divê xizmetên derûniyê werin zêdekirin
Guterresî bangî hikûmetan kiriye ku "Di têkoşîna şewbê da xizmetên derûniyê zêde û fînanse bikin" û destnîşan kiriye ku divê ji bo xizmetên dêrûniyê veberhênan werin kirin û derûnî têkeve çarçoveya sîgorteya tenduristiyê ya gerdûnî. (TP/FD)