Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Stephen O'Brien got: ‘’Ew di fikara ewlehiya 1,5 milyon xelkê ji Mûsilê ne, çêdibe ew di nava du agiran de bimînin.’’
‘’Bi dehhezaran kesên ji Iraqê hatine dorpêçkirin, çêdibe ew wek mertal bêne bikaranîn. Çêdibe bihezaran kes bi mecbûrî di navbera çeperan de bêne hiştin. Senaryoya xerabtir jî ew e ku çêdibe milyonek kes bi mecbûrî terka mala xwe bikin.’’
Alîkariya penaberan
‘’Berpirsiyarîya we ye ku hûn alîkariya xelkê sivîl bikin.
‘’Ji bo alîkariya xelkê, ji bo 60 hezar kesan cihê lê-bi-cih-bûnê hatine amadekirin. Kampeka ji bo 250 hezaran tê amadekirin. Ji bo 220 hezar kesan alîkariya xwarinê tê amadekirin.(AS/MB)