Ev demeke dirêje ku ez hewl didim di nav vê keft û lefta heyî de berê xwe bidim helbesta Nûroj Mûnzûrê û pê re soxbetekî bikim. Cara ewil bi berhema wê ya dawîyê ku bi navê ‘Sîya Berêvarên Gewr’ê min helbesta wê nas kir û heta ji deste min hatî jî min hewl da ku hevalekî hin ji helbestên wê yên ji “Beytikên Nifiran” ji min re şandî bixwînim.
Bêguman berhema Nûrojê ya dawiyê di her rêzik û gotineke wê de berê mirov dide berîkirin û hestên jinwarî jî. Di hevpeyvineke helbestvan a Mizgîn Ronakê de dema min ev gotinên wê yên “Lewre bayek gur lazim e û helbestnivîsîn û helbesthezîyek çalak. Ne şermok, ne qurre, ne hişbigopal, ne diltopal. Lê bi xwe bawer, dinyanas, hebûnxas û zelal.” Bêguman di serê min de berhemên hin helbestvanên jin derbas bûn û her wiha rêzikên di berhema Nûroj Munzûrê de derbas bûn.
Êdî piştî ku min berhema ‘Sîya Berêvarên Gewr’ xwend ecêbek pirs di mejiyê min de çû û hat. Bi vê boneyê min ev hevpeyvîn ji xwînerên bianetê amade kir.
Berîkirinên Ilegal heta Sîya Berêvarên Gewr
Ji Bêrîkirinên Îllegal, Êdî Navê te Aso ye, Beytikên Nifiran; ber bi ‘Sîya Berêvarên Gewr’ ve hatî. Tu rêwîtiya xwe ya helbestvaniyê ya ji deh salî zêdetir re çawa dibîne?
Rêwîtîya min a helbestê bi vê çarînê re destpêkir:
“Delal her du çavên min qesra te ne,
nav du çavên min cihê pîyên te ne.
Ditirsim tu gav biavêjî
û bi mijangên min biêşin pîyên te”
Li kafeya NÇMya(Navenda Çanda Mezopotamyayê) Êlihê(ku wê gavê 18-19 salî bûm) li ser maseyekê ez rastî kovareke ku niha navê wê nayê bîra min, hatim. Li pişt kovarê ev çarîn lêdikir. Ew kêlî her di bîra min de ye, mîna mucîzeyekê bû. Lew ew çarîn bi rojan di serê min de dizivirî. Wek ku ez li tiştekê digerîyam û min ew dîtibe.
Bo çi dibêjim mucîzeyek, ji ber ku pistre ez bûm mubtelayê xwendina xwendina kurdî, hewqasa ku hevalên min ên koma muzîkê gazinan ji min dikirin ku ez xwendinê dixim pêşîya xebatên komê.
Piştre hewldanên min ên nivîsandinê çêbûn. Gava ku min hevoka xwe ya, “gelo navê te li kîjan helbesta xwe bikim, nizanim” cardin xwend û min pir jê hezkir. Min wisa hîs dikir weke ku min dinyayê xelas kirîye. Çend rojan wisa qure qure gerîyam ji xwe re. Jixwe wan çaxan di heskirineke platonîk de pir diêşiyam, ev hevok barê min sivik kiribû.
Axirê ji Berîkirinên Ilegal heya Sîya Berêvarên Gewr ve hatim. Min ji azadîya helbestê ya bêsînor gelekî hezkir û gelekî li rihê min dihat. Cih cih bû rêya heyfhilanînê, barsivikkirinê, xwewendakirinê, li xwe gerînê…
A rast lêgerîna li xwe û helbest bû yek tişt. Carna helbestê kir ku ez rêya xwe bibînim, carna jî lêgerîna min rê da hevokan. Yanî ez êdî nizanim van her du tiştan ji nav hev derînim. Ev tiştek baş e an xirabe êdî nizanim. Lê vêya dizanim ku helbest sedî sed aîdî min e. Carna ji xwe dipirsim, tiştên li min peyda bû ne çi teqez yê min in û çi îthal in. Loma di kesayeta xwe de tenê ji vê bawer im ku helbest xwebûna min e.
Bandora NÇMê
Ka em hinekî bên li ser rojên te yên Navenda Baharê ya Êlihê. Êlih û Navenda Çandê ji bo te çi îfade dike? Wan salan çi li helbesta te zêde kir?
Ez ji alîyê dîya xwe ve ji malbateke welatparêz ku hay ji kurdayetîya xwe hebû têm. Yanî ji zaroktî ve têra xwe dibûm şahidê zext û neheqîyên li xal û xaltîkên xwe. Lê kurdbûn di serê min de têgeheke hîn ne bi ser hev de bû. Bi nasîna NÇMê re ji kurdîtîya min re çarçoveyek ava bû.
Dîya min pir dixwest ku keçên wê bibin muzîkjen. Li taxa Iprexazê cîranekî me hebû li tembûrê dida. Dîya min timî jê re digot keçên min fêrî tembûrê bike. Rojekê dîya min ji kar hat, ku va tembûrek di destê wê de ye. Welhasilê bi rêya wî hevalî min û xwişka xwe me Navenda Çanda Biharê naskir. Ez 14 salî bûm û xwîşka min jî 16 salî bû. Me li wir dest bi qursa tembûrê kir. Salek şûnde mamosteyê me (Mehmet Avşar) got hun pir bi motîvasyonin, ez dixwazim hun jî tevlî koma muzîkê bibin. Ew çax Koma Grava Rojê nu hatibû avakirin û em jî beşdarî komê bûn. Lê divîya çend amûrên din bên lêdan, loma ji me re gotin her yek ji we divê amurekê hilbijêre, hun hemû li tembûrê bidin nabe. Ji ber ku wan çaxan ez gelekî qelew bûm, gotin em te bidin ser baterîyê, tu rîtimê fêr bibe. Bi vî awayî ez bûm perkusyonerê komê. Di wan çaxan de baterîsteke keç gelekî xerîb dihat, ez yekem baterîsta keç bûm li Kurdistanê. Lê ez pir ne di firqa vê de bûm. Jixwe ji ber ku ez ji ber qelewbûna xwe çûbûm ser baterîyê, min qet ji baterîyê heznedikir. Hîna jî travmaya qelewbûnê bi min re heye. Muzîk her perçeyekî min e hin jî, lê bi awayekî aktîf berdewam nakim. Ji sala 2003 heta 2012ê jî li NÇMa Êlihê muzîkjen bûm û min desrên ritîmê di bin banê şaredarîyê de dida. Pistî ku du solîstên koma me hatin girtin xebatên me hema hema sekinîn û jixwe di 2013an de êdî ji Êlihê derketim. Heya 2017 li saxên NÇMê yên Şirnexê Cizîrê, Mazîdaxê û Bismilê min dersên rîtimê dan. Bi saya xebatên NÇMê dikarim bêjim ku min hemû bajarên Kurdîstanê û gelek bajarên Tirkîyê dîtin.
Lê helbet rabirdûya min a muzikê bêhtir li Êlihêye. Li gor min NÇMya Êlihê wan deman hilmek bû ji Êlihê re. Her rojên têr û tije bi bîra min tên. Ez her vêya wek xelatekî ji xwe re dibînim. Ji ber ku ji gerê hezdikim. Li gor dema xwe nçma batmanê xebatên hêja dikir bo xizmeta kurdî û her yek ji me birastî jî bi dil û can vî karî dikir. Xwendina min a kurdî li NÇMê despêkir bi rêya xwendina kurdî jî min helbesta kurdî naskir.
Lêgerîn
Dema mirov li berhemê te yên heyî meyze dike bi gelemperî te demên nivîsîna wan di navbera Êlih-Dêrsim û Hamburgê de ye. Ev bajar ji bo rêzikên te çi ne?
Êlih zayîna min e. Rabirdûya min e. Dêrsim xeyal û xemên min e. ev e 15 sal têkîlîya min bi Dêrsimê re heye. Her çûme û hatim. Helbet ji hemû bajarên Kurdîstanê hezdikim, lê Dêrsim ji bo min cihê ye. Wê xwezaya xwe ya efsunî ji mêj de ez mest kirime û evîndareke çemê mûnzurê me.
Hambûrg jî lêgerîna min e û derîyê cîhanê ye ji bo min. Ji loma raste, e v her sê bajêr di helbesta min de form girtine. Dixwazim bêhtir qala Hamburgê bikim elbet. Gava dibêjim derîyê cîhanê, ev derî min dibe tenêtîyê jî, dibe derîyê bi hêza xwe hesandinê jî, dibe derîyê serekî bi her awayî. Ev bajêr yek ji bajêrên Elmanya yê herî kozmopolîtîk e û ev tist dibe wesîle ku tu ji hemû cîhanê mirovan, candan û her wiha êşên din naz bikî. Êşên hevpar û yên xerîb…
Mirov ji van hemû tiştan encamek derdixe ji xwe re. Di salên pêsî de ez gelekî poşmanî dijiyam ku çima hatime. Ji ber ku ev şerê ku mirov li vir bi her tistî re, bi xwe re dike, ne şerekî hêsane. Lê êdî ez niha ji xwe re dibêjim koçbera kevn. A rast gava ez niha dinêrim, ez dibêm xwezîka kurdên me bi her awayî vê koçberîya li Ewrupa bikirana avantaj ji xwe re. Xizmeta ziman û çanda xwe bêhtir bi awayekî akademîk mijûl bibûna. Lê helbet gelek sedêmên nepêkhatina vî tistî heye. Di serî de jixwe em bi serekî rehet nayên vir. Ne bi tercîheke ji kêfan em tên vir. Di bin her cûre hatinê de, muheqeq mecburîyetek heye. Îca ev mecburîyet dike ku mirov li vir her xwe nebaş hîs bike û ev jî dibe sedem ku avantaja vî tiştî nebînin. Ya din jî cihêtîya bîrdozîyan a navbeyna kurdan vê potansîyelê belav û perçe dike. Helbet gelek kurdên me yên hemû perçeyan karên hêja dikin li vir. Lê li gor vê hejmara koçberîyê ya qirase, ev xebat pir hindik in. Bi taybetî bandora koçberîyê (hamburg) li ser helbestên min ên dawî elbet gelek e.
Min nemaze jî di berhema xwe ya dawî de vêya dît ku, bê çiqas bandora mekanê li ser helbestê heye. Lê mekanekî ku tu him lê yî û him jî ne lê yî. Di helbestên min ên din de jî mekan li pêş e, lê ne bi awayekî ku dikeve pêşîya helbestê. Ji ber ku ez ji wir im û ez û her tiştî yên hev in, ji loma helbest û mekan li hev kirine. Lê ez di helbestên xwe yên koçberîyê de dibînim ku ez û vî mekanî ne yên hev in û em ê tu carî jî nebin ên hev. Heta her ku di helbestê de mekan derketibe pêş, tê wê maneyê ku ez hewqasa wî mekanî red dikim. Nizanim gelo tista ez dixwazim bibêjim bas didime famkirin. An jî belkî ez bi xwe jî di ravekirina vê meselê de bas ne bi serhev de me. Yanî min xwest balê bibim ser têkilîya mekan û helbestê.
Helbest û stranên zarokan
“Di welatekî bêode û odeyeke bêwelat de…” bi kurdbûn û pênûsa te re rojên te çawa derbas dibin?
Roja min piranî li dibistanê û li stajê/kar dibuhure. Li krêşê kar dikim û bi zarokan re têra xwe dikenim. Li gor min mirov li vir gelekî caran jibîr dike bikene. Wekî din van deman hinekî bala min li ser edebîyata zarokan e. Bi almanî, kurdî û tirkî dixwînim bê ka stran û helbestên zarokan çewa hatine lêkirin. Bi nîyetim ku Helbest/stranên zarokan lêbikim, bo krêşên me yên xwedê bêje herê bi kurdî vebin.
Welat ango ode
Virginia/Gelo di Ousê de odeyek bo min jî heye? / Bira çem bêwelat bûn ne wisa” Nuroj ji bêwelatiyê te hêvî bi Ousê ve girêdaye, çima? Wirginia di bêwelatiyekî de wê çawa bibe hêviyek?
Ez dibêm li ser rûyê erdê tista herî bêsînor çûk in û çemên. Yanî xwe avêtina çemekê, metafora xwe avêtina azadîyê ye. Li gor min Virginia dikaribû bi gelek cûreyên din jî xwe bikuşta, çikû ew qaneh bû ku ew ne aîdî vê dinyaya nehevgirtî (tutarsiz) ye. Ji loma jî ew ê di rêya çûyîna mirinê de xwest xwe bi çemekî re berde azadîyê.
Pistî serê cîhanê yê duyem her ciqas soresa jinê ketibê merheleyeke mezin jî, jinan derûnîyên giran jîyan. Di berhemên jinan ên wê serdemê de mirov vêya bas dibîne. Ji alîyekê de merheleya ku jin hatîyê divê bihata parastin, an jî mezintir kirin û ji alîyekê de jî divê bi wê derûnîya giran re ser bihata kirin. Virginia jî yek ji van sembolan e. “Her di çi rewsê de bî jî, odeyek bo xwe ava bike!” dibeje. Ji loma belkî pêsniyara Virginia dibe hêviyek bo lêgerîna min a odeyekê.
Ji 21 salîya xwe ve li gel Virginia her di dialogê de me. Di her merheleya jîyana min de têgeha “odeyek bo xwe” jî formek digre. Çiku ev ode, dikare bibe raste rast odeyek, dikare bibe maseyek, lênûskek, an jî fikrek. Di serê kîjan ji me jinan de odeyeke fikran heye gelo? Tew em jinên kurd, em ê ji bo kîjan odeyan ser bikin, ji bo kîjanê ser nekin.
Herwiha tista balkês jî ev e; bo çi di guhê Virginia de bi dizî dibêjim ku; di girdava welatek bê ode û odeyek bêwelat te sergêjim? Herhal serm dikim, bi dengê bilind bibêjim min hîna welat odeya xwe careser nekiriye, ku ez odeyek îca tenê aidî xwe ava bikim. Bêwelat kîjan ode, odeya me ya ewle ye gelo? Ez vê pirsê di heman demê de ji mêrên kurd jî dikim. Tew îca ev mesele bo jinê girantir dibe.
Belku pir bi mijarê ve negirêdayî be, lê dixwazim adiziyeke xwe bînim ziman. Mînak li ewrûpa tista herî jê adizim, gava ku ez xwe didim naskirin, mecbûr dimînim bibêjim ku ji kîjan perçeyê kurdîstanê me û îzahata vî tistî dikim. Li gor min li ewrupa her kurdek di mesela xwe dayîna naskirinê de, gelek wextê yê hemberî xwe dixwe. Ji ber ku her kes di derbekê de dibêje; ez ji vî welatî me û hew. Lê em dirêj û dirêj xwe didin naskirin. Ev tist bawerîya mirov ya bi xwe diskîne. Li gor min ev nivsa min serekî mezin dide di vê meselê de jî. Çiku hem hay ji kurdbûna xwe heye û hem jî hewl dide adapteyî vê cîhana melez (homojen) bibe. Heger me hin jî meseleya xwe ya netewbûnê halnekiribe, nivşa pey me re, beyî ku bibin kurd dê tevlî vê yekcûretîyê bibin! Çiku dê tehemul û sebra wan ji ji vê mijarê re tune be.
“Ewrûpa çîrokên di walêzan de ne”
Em qîrîna te ya li hember bêdengiya li Ewropayê jî dibihîzin di ‘Hautbanhof’ê de. Gelo Ewropa çîrokên di valêzan de ye?
Hauptbahnof rûyê Ewrûpa yê herî eskere ye. Bi ya min her kurdek bûye lîstikvanek li vir. Yanî mîna ku senaryoyeke da bin destên me û gotibin hunê li vî mekanî (Ewrupa) bilîzîn. Wisa hîs dikim ku em tenê di nav vê jîyanê re derbas dibin û dê tu şopên me li vir nemînin. Ji loma erê Ewrûpa çîrokên di walêzan de ne û dîsa dibêjim; tirên li vir naçine heyatê!
Helbesta kurdî
Helbesta kurmancî ya li Bakûr weke ku tu dişopîne, di xeteke çawa de ye? Bi taybetî li ser helbesta kesên ku ji xelata Arjen Arî, derbas dibin jî tu çerçoveyê bigre dest?
Li gor min helbesta kurdî di merheleyek baş de ye. Heya niha dînamîzma xwe wenda nekirîye. Wek mîras ji her nivşê derbasî nivşeke din bûye. Xelatên Arjen Arî jî îlankrina vê ye. Bi saya vê bernamê kesên mîna Yehya Omerî, Selamî Esen, Suad Baran, Rêzan Diljen, Bahadîn Akhan û her wiha ku navê hemûyan niha nehat bîra min li helbesta me zêdekirine.
Di helbesta kurdî ya îro de em dikarin gelek mînakên bas bibînin. Mijarên şexsî û yên civakî di nav hev de tên honandin. Ji civaka xwe û çavkanîya xwe ne dûr e, lê di heman demê de berê wê jî li cîhanê ye. Yanî di hêla mijar û teşeyê de ceribînên gelekî baş hene. Mînakek; “Tarantîno, babê min û ez” ya Şêxmûs Kurt. Ev cûreyekî gelekî gerdunîye û her wiha kurdewarbûneke pir kubar tê de heye. An jî “Qijikên Xêrê” ya Selamî Esen û her wiha gelekên din. Mirov dibîne ku bi sînorên helbestê dilîzin.
Ez helbesta xwe ya ji bo bavê xwe jî xirab nabînim. Bi min di hêla mijar û ritma helbestê cureyeke nu ye di kurmancî de. Û her wisa gelek mînakên din… Bi vê wesîleyê jî dixwazim bibêjim ku ji Elî Herîrîyan heta Mem Rongayan ji Fatma Savciyan heta Gulîzeran re minetdarîya xwe bînim ziman. Spas ku helbesta kurdî heya îro anîn û vê rêyê bi me dan heskirin. Werhasilê ez bi gistî wisa dibînim ku, li gorî rastîya netewa me û rewsa kurmancîyê, seyra helbesta me ne xirab e, lê ji niha û şûnde endîşeyên min gelek in. Neketina kurdî ya qada bazarîyê, neketina kurdî ya dibistanan û niha jî bi serde pirsgirêkên aborî dibe sedem ku kurdî neyê xwendin. Ê gava ku neyê xwendin, di nifsa nu de mejîyê kurdî û xeyalên kurdî bipêş nakeve ku berdewamîya edebîyata me bê.
Li gor min şaşîya sîyaseta kurd ya herî mezin ev bû ku got, hela bila pêşî pirsgirêka kurd çareser bibe, piştre em ê meseleya ziman çareser bikin. Ziman tiştekî zindî ye, mirov nikare wê bide sekinandin. Gava em bidin sekinandin, dê wisa ji dibistanên tirkî, ji rêzefîlmên tirkî bandor bibe û bi ber bayê her cure asîmîlasyonê bikeve.
Mînak ez xwarzê û birazîyên xwe bi çiqulatên almanya dixapînim. Her cara ez bi wan re li ser telefonê dipeyîvim, dibînim ku peyvên kurdî kêmtir bûne di hevokên wan de. Hema hema bibêje di hevokên wan de tenê lêker bi kurdî ma ne. Îca gava ku ez hevokên wan sererast dikim, dibînim ku wext namîne bi wan re sohbeteke xweşik bikim, jixwe ew jî sar dibin û zuzuka ji sohbeta bi min direvim. Ez jî timî dibêjim; ‘heger hun bi kurdî bipeyivin, ez ê ji wer e çiqulatên Elmanya bînim’ bi vî awayî em hev du qaneh dikin. Yanî divê em vê meselê ne tenê bixin rojeva xwe, zuzuka derfetên van tiştan ava bikin, hê ku atmosfer hinek ber bi êrînî ve diçe. Çiku cardin derfetek dê bo xelaskirina qedera kurdî çênebe. Werwiha mijareke din jî, divê wergerandina berhemên kurdî yên li zimanê din zêdetir bibe. Hîn ji me vê yekê mecbûrî li ser heval û dostên xwe hewl dike. Ev tistek bas e, lê sazî û dezgehên wergerê divê bên avakirin. Bi hezaran kurd li gelek welatan belav bû ne, ji her welatî du sê wergervan derkeve, dê edebiyata kurdî li cîhanê belav bibe. Û ha ji te re yek ji avantajên koçberîyê!
Berhemên jinan
Ez dibêm sankî deng û berhemê jinan jî zêde dibe an na? Pênûsa wan biya te çawa ye?
Belê. Îsal di pêşangeha pirtûkan a amedê de bi taybetî berhemên jinan gelekî li ber çav bûn û tenê ne yek cureyek. Roman, helbest, çîrok, ceribîn, werger û herwiha. Di her cûreyên edebîyatê de zêdebûna pênûsên mor hêvîyê dide mirov û her wiha ev jixwebawerîya wan motîvasyona mirov bilindtir dike. Mirov di berhemên jinan de bêhtir mijarên şexsî dibîne. Yek ji van mînakan jî ez im ez dibêm. Ez nikarim bibêjim ev baş e yan xirab e. Ji ber ku gelek sedemên xwe yên sosyolîk hene. Di vê civaka patrîyal de tiştên ku kesayetîya me avakirine, tistên ku bune sedema otokontrolkirina me gelek in. Divê em vî hesabî bi xwe re baş bikin. Belkî jî rêya xwe safîkirina ji van tiştnan ji bo kesên mîna me, di edebîyatê re derbas dibe. Heya ku ez qalikê li ser xwe ranekim, nikarim derve bibînim. Li ser xwe mînakeke berbiçav bidim. Heger min helbesta “ne çîrok im, ne jî helbest” (ku teşebusa kuştina bavekê ye) lênekira, îro min ê nikaribûya “rojnivîska çuyinê” lêbikira. Ez nabêjim ku hemû jinên me yên nivîskar tenê xwe dinivisîn. Lê hema hema hemû jinên me di vê merheleyê re derbas dibin. Gelek jinên me yên ku êdî ji vê meselê buhurîne hene. Gava me xwe safî kir û me bêhtir xwend jixwe cihê me dê li edebîyata cîhanê çêbibe.
Hişê çêkirî û helbest
Yek ji pirsa min jî bandora teknokojiyê ya wek hişê çêkiriye û hwd. Wek tevahiya cîhanê îro ji mûzîk, siyaset, huner û di gelek qadên din de êdî berhemên teknolojiyê hene. Ev yek wê bandoreke çawa li helbestê bike gelo?
Ez dibêm di demek nêz de dê parlementerên ji hişê çêkirî jî çêbikin. Ev pirsa an jî tirsa me ya hemûyan a îroyîn e. Elbet ev tişt belkî pêdivîya sereke ya dinyaya îro ye û gelekî avantajê xwe hene. Bi komputerê mirov xwe digihîne her tistî û jîyana îro hêsan dike. Lê belayeke mezin e jî. Di vê jiyana dijîtal de herkes navdar e. Ecibandinên me, xemgînîyên me hemû bi kêlîya ne. Jiyana dijîtal biryarê dide ku em ê li ser çi bigrîn û bi çi bikenin, an jî çi biecibînin. Me dişibîne hev. Ev tist jî sebra mirovan ya li tistekê hurbûnê, konsantreyê kêm dike. Jixwe di yekcuretiyê de sebr tune ye.
Mînak Zozan C (muzîkjena hişê çêkirî) ji gelek dengên kurd ên mîna Hanî Mojtahedy û her wiha hatîye bandorkirin. Ica bala min diksîne ku gelek sitranbêjên me yên ku nu nu yek dertên qada muzîkê xwe dişibînin sitranbêja Zozan C. Gava ku stran dibêjin mîmîkên xwe nahejînin û tenê lêva xwe (bi taybetî bi lêva qalindkirî) dilepitînin. Yanî tenezulê rih û hîskirinê nakin. Ji ber ku bêhtir daxwaza xwenîşandanê dikin. Ciku jîyana dijîtal vêya dide ber me. Yanî teqlîda teqlîdê dikin.
An jî hîn kesên ku mijaren beredayî an jî jîyana xwe ya rojane dikşînin ku mirov tu feyde jê nagire, servîsî me dikin û wî heddî di xwe re dibînin ku ji me bixwazin em wan biecibînin û bişopînin. Ez ji vêya re dibêjim, parsekîya dijîtal! Êdî herkes di mala hev de ye û di nav jiyana hev de ye mixabin. Em hemû jî dem dem dikevine vê xefikê. Meseleyeke bela ye vêna yanî. Dibe ku avantaja dîjîtalê ji bo muzîk, sînema filan wana pir be, lê ez bi tu awayî hêleke wê ya erênî li ser edebîyatê nemaze jî li ser helbestê nabînim. Yanî hema bila hisê çêkirî her roj romanekî lêbike, helbestekê lê bike, dê çi bibe? Ew dê birastî bibe berhemeke jidil ya edebî? Her wiha gelek kes dibe ku mesela xwendina pirtûkan a dîjîtal tistekî erênî bibinîn, lê qet tehemula min ji vê mijarê re dahî tune ye.
Wî çendî Ilhan Samî çomak di hevpeyvîneke xwe de gotibû ku; “di vê serdema hişê çêkirî de ez lênekirina helbestê nikarim bisêwirînim. Helbest di ser dem û mekan de ye.” (yapay zeka çaginda şiir yazmamayi tahayyül bile edemiyorum, siir zamanin ve mekanin ötesindedir) Ev hevoka wî gelekî dilê min rehet kiribû. Çiku helbest li hemberî hemû bêmahnetîyan serî hildide jixwe.
-Tişteke tu lê zêde bike hebe kerem bike…
Wek gotina dawî dixwazim kêfxwesiyek xwe bînim ziman. Ez bi gistî di edebîyata kurdî de bi nifşa nu re yekgirtiyek gelekî mezin dibînim. Ji hev re gelekî henun in. Bêyî ku li bawerîya hev, li bîrdozîya hev, li wesanxaneyên hev û neheskirina hev, neecibandina edebîyata hev bieliqin, pistgirî didin hev. Yanî ez bi piraniyê wan re sekneke gelekî netewî dibînim û ji vêya gelekî memnun im.
(BK/AY)






.jpg)
