Xêzkirin: Tarik Tolûnay
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Akademisyen Nûriye Gulmen a girtî di 254emîn roja greva birçûbûnê de, cara pêşiye ku beşdarî daneşîna dozê bû û axivî.
Gulmen di çaremîn daneşînê de jî nehat tehliyekirin.
Doz wê di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê de berdewam bike.
Gulmen di qawîşa girtiyan a li Nexweşxaneya Nûmûneyê bi rêya Pergala (Sîstema) Peywendîya bi Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî daneşîna doza li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bû ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ye.
Gulmenê got, “Dibêjin ku bi fermana rêxistinê ketine greva birçîbûnê, 254 roj in ku ez di greva birçîbûnê de me. Ne 254 roj an lê rojekê jî bi ferman ango zordariyê ez birçî namînim. Mirov laşê xwe ji bo tiştekî wiha nahilîne.”
Gumanbarên din, dersdar Semîh Ozakça yê di greva birçîbûnê de û dersdar Acûn Karadag a ku li Kolana Yukselê çalakiyan dike jî beşdarî daneşîna çarem bûn. Ozakça di daneşîna sêyem de tehliye bûbû, Gulmen tenê di dozê de girtî ye. Her sê jî bi sûcên “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar (Yasaya Cezayê ya Tirkan 314)”, “Muxalefeta li hemberî Yasaya Civîn Xwenîşandan û Meşan a hejmar 2911yê)” û “kirina propagandeya rêxistina terorê (Yaseya Têkoşîna lidij Terorê 7/2)” tên sûcdarkirin.
“Dikarin şert û mecrên tenduristî û ewlehiyê saz bikin”
Gulmenê spasiyên xwe ji bo kesayet, sazî, malbat, heval û rêxistina sivîl spasiyên xwe pêşkêş kir.
Li gorî nûçeya nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Doganê Ozkan Arslanî, Gulmenê gotiye ku ew dixwaze li pêşberî dadgehê xwe bi parêze, lê bi hinceta şert û mercên tenduristî û ewlekariyê mafê wê yê parastinê tê astengkirin:
“Ez ji destpêka vê dadgehkirinê û heta niha her dibêjim ku dixwazim li çavên we binêrim, pêjna atmosfera dadgehê bistînim û xwe biparêzim. Şert û mercên tenduristî û ewlehiyê dikarin bên sazkirin. Kesên ku dikarin Kizilayê dorpêç bikin, dikarin bi hêsanî ewlehiya me jî bistînin. Ez wisa difikirim ku ev tiştekî kêfî ye.”
“Ez tenê karê xwe dixwazim”
“Destdihatdariya AKPyê nikare me ji karê me bavêje. Ez hesab jê dipirsim. Ez tenê karê xwe dixwazim. Ez hesab dipirsim. Ez di encama vê rewatiyê de li Yukselê me. Kesên ku baweriya wan bi vê rewatiyê tê li Yukselê bûn.
Gulmenê destnîşan kir ku di jiyana wê ya akademiyê de wê her ji bo ku ji xwendekaran re bibe mînak kar kiriye û xwestiye ew her lêpirsînê bikin:
Piştî ku Gulmenê xwe parast dadgehê navber da daneşînê.
Piştî navberê dozgerî nêrîna xwe anî ziman û daxwaz kir ku Acûn Karadag ji ber sûcên “endamtiya rêxistinê” û “propagandayê” beraet bike.
Semîh Ozakça ji ber cezayê “digel ku ne di nava hiyerarşiya rexistinê de be jî bi zanebûn alîkariya rêxistinê kiriye (TCK 220/7)” bê cezakirin, lê ji ber sûcdariyên din beraet bike.
Dozgerî xwest ku Nûriye Gulmen ji ber sûcê “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.
Piştî navberê dadgehê biryara xwe ya demkî aşkere kir û daxwaza tehliyekirina Gulmenê ret kir. (AS/FD)