Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan Nurcan Baysal, li mala wê ya li Amedê desteser kiribû, piştî îfadedanê serbest bûye. Sedema desteserkirina Baysalê ''endammbûna rêxistina terorî'' bûye.
Bixwîne - Front Line Defendersê "Xelata Parastvanên Mafên Mirovan" daye Nurcan Baysalê
Nurcan Baysal careka dî dîsa li Amedê hatibû desteserkrin û hatibû dîyarkirin ji ber parvekirinên wê yên li medyaya civakî hatiye desteserkirin.
Nurcan Baysal kî ye?
Nurcan Baysal nivîskara sê kitêban e(O Gün (Wê Rojê - 2014) û Kürdistan’da Sivil Toplum (nivîskara beşekê, Saziyên Civakî yên li Kurdistanê 2015) û Ezidiler: 73. Ferman (Êzidî, Fermana 73. 2016)
Şêwirmenda Rojhilata Navîn ya Fona ji bo Jinan ya Navneteweyî, Fona Demildest e. Li hin organên medyayê qunciknivîs nivîsîne.
(TP/MB)