Fotograf: Jin News
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûr Surerê “Xelata Rûmetê ya Heta Hetayê” ya ji Festîvala 22yê ya Fîlmên Tirkan a Frankfûrtê ya Navnetewî wergirtiye, daye Dayik/Mirovên Şemiyê. Surerê xelat di 27ê Hezîranê de wergirtibû.
Li gorî nûçeya Marta Somekê ya di Jin Newsê de hatiye weşandin, Surer di 6ê Tebaxê de li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) bi Dayik/Mirovên Şemiyê re civiyaye û gotiye, “Min her dîtiye ku dilê min bi dayikan re lê dide... Ez bawer im em ê ne di demeke dirêj de vegerin Qada Şemiyê, heta em windahiyê dawî bimîne.”
Surerê li vir xelata xwe li ser navê Dayik/Mirovên Şemiyê pêşkêşî Hanim Tosûnê kiriye.
Hanim Tosûn axiviye û gotiye, “Ez li ser navê hemû dayikan werdigrim. Bi taybet ji bo Dayika Emîne ya ku gelekî pîr bûye vê xelatê werdigrim. Em li ser navê hemû dayikên, bavên, mirovên Şemiyê werdigrin. Baş e ku mirovên weke we hene, baş e ku yên weke we ji bîr nakin hene. Em ê wî nedin jibîrkirin, heta windahiyek jî bimîne em ê hesab bipirsin.” (AS/FD)