Fotograf: AA
Li gorî danêyên Komeleya Ciwanên Avakerên Aştiyê (Young PeaceBuilders Of Turkey), di hilbijartina 14ê Gulana 2023yan ya Parlamenteriyê de, 5 parlamenterên ciwan ên ji 30 salî biçûktir hatine hilbijartin.
Di sala 2018an de ev hejmar 8 bû. Rêveberê Komeleya Ciwanên Avakar ên Aştiyê Mehmet Îlhanliyî ji bo vê rewşê diyar kir ku “Dibe ku ciwan bi şêwazên kevneşopîyê belkî tevli siyasete nabin an jî nûnertiya partiyên siyasî nakin lê bi rê û rêbazên cuda tevli siyasetê dibin. Lê ev nayê wê wateyê ku ew bi siyasetê re eleqedar nabin.”
Komeleya Ciwanên Avakar ên Aştiyê di sala 2020an de hate damezrandin. Komele li gorî hejmara 2250an ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî tevdigere. Bi ciwanên ku temenên wan 29 e û ji 29an biçûktir re projeyan pêk tînin. Li ser aştiyê û rola ciwanan a di aştiyê de niqaş dikin û xebatan pêk tînin.
Mehmet Ilhanliyî derbarê encamên hilbijartinê û tevlêbûna ciwanan a di siyasete de, bersiva pirsên bianet kurdiyê da.
*Mehmet Îlhanli
"Têgeha aştiyê kete nav lîsteya peyvên qedexekirî"
Di 14ê Gulanê de li Tirkiyê hilbijartina giştî pêk hat û ev hilbijartin ji bo Tirkiyê û Ji bo Rojhilata Navîn krîtîk bû. Hilbijartinên Parlementoyê bi dawî bûn, lê tûra duyem a hilbijartina Serokomariyê wê roja 28ê Gulanê pêk bê. Hûn, encamên hilbijartina parlamenteriyê ya 2023yan, çawa dinirxînin?
Ez li ser mijara nûnertiya jin, ciwan û kêmneteweyan Parlamentoyê, gelek lawaz dibinim û di vê mijarê de jî baweriya min gelek kêm e. Namzetên Serokomariyê ji bo ku hilbijartina di tûra duyem de serbikevin, bi zimanêkî dijkoçberan, dijaşitî û netewperest hilbijartin. Di nava civatê de jixwe zimanekî netewperest hebû lê piştî vê hilbijartinê bi destê namzetên Serokomariyê şênbertir bû. Di Parlamentoya niha de ku mafên jinan tune dihesbînin, ku xwe wek netewperest û oldar nîşan didin, wê mafê jînan- koçberan- kêmnetewan-ciwanan çawa biparêzin? Ev mijar hê jî ne diyar e.
Hûn li ser mijarên aştiyê û rola ciwanan a li ser aştiyê xebatan dikin. Bi hilbijartina 2023an de rêjeya partiyên olperest, neteweperest û radîkal zêdetir bûn. Di siberojê de mijarên aştiyê, mafên jin û kêmnetewan li parlamentoyê wê çiqasî bên rojevê?
Mixabin piştî ku Pêvajoya Çareseriyê dawî bû, têgeha aşitiyê bi awayekî, di nava lîsteya peyvên qedexekirî de cih girt. Ji wê demê heta niha em nikarin behsa aştiyê bikin. Li şûna em qala avakirina aştiyê bikin, mixabin em hatine asteke wisa xiraptir ku em nikarin aştiyê niqaş bikin. Her wiha neraste ku mirov tenê bi rêya çareseriya pirsgirêka kurd behsa aştiyê bike. Ji bo em bikaribin behsa aştiyê bikin, pêwîste em li ser mijarên wekî mafên jinan, wekhevî û tevlêbûnê bixebitin. Ne tenê di axaftina aştiyê de, di mijara 'aşitiyake çawa de dvê lêhûrbûn hebe. Lê niha tiştê ku tê xuyakirin di Parlamentoyê de axaftina aştiyê wê zehmetir be.
Ciwan bi rêbazên cuda tevlî siyasetê dibin
Beriya hilbijartinan partiyên siyasî her tim behsa kotaya ciwanan dikin. Lê ev kota bi têra xwe pêk nayê. Li gorî daneyên 2018an, hejmara parlementerên ciwan ji ya îsal zêdetir bû. Gelo ciwan êdî kêmtir bi sîyasetê re eleqedar dibin an jî zimanekî nû ji bo ciwanan bikişîne ser siyasete hê ne hatiye ava kirin?
Dibe ku ciwan bi şêwazên kevnepşopiyê tevli siyasete nabin an jî naxwazin nûnertiya partiyên siyasî bikin lê bi rê û rêbazên cuda tevli siyasetê dibin. Lê ev nayê wê wateyê ku ew bi siyasetê re eleqedar nabin. Ger hûn li kolanan, danûstandinên ku li ser înternetê tê kirin û analîzan binêrin, hûn dikarin eleqeya ciwanan a bi siyasetê re bibînin. Ev rewş ne tenê li Tirkiyeyê, li gelek welatên cîhanê jî tê dîtin. Tew we dît waye ciwan li ser medyaya civakî pir zû xwe birêxistin kirin û daketin qadan. Ew dikarin li ser medyaya civakî torekê ava bikin û li zanîngehan, li dijî pirsgirêkan têbikoşin. Belê, belkî xwe ji endamtiya partiyan dûr dixin û di nava kar û xebatên civaka sivîl de cih nagirin, lê bi rêbazên nû yên ku bipêş xistine dikevin nava siyasetê. Sazî û kesên siyaseta konvansinol bi rêve dibin, baweriya xwe bi ciwanan naynin. Pergalek dewletparêz a gerontokratîk heye ku bi awakî hişk li gorî prensîbên kevneşopî û çandî tevdigere û ciwanan dixe paş. Nerazîbûna ciwanan a ji tevlîbûna siyasî ya kevneşopî jî bi vê ve girêdayî ye.
Li cîhanê beşdarbûna ciwanan di siyasetê de çawa ye? Dema ku em Tirkiye û welatên din didin bidin ber hev rewşeke çawa xuya dike?
Em hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê bi tabloyeke xemgîn re rû bi rû ne. Li gor daneyên Inter-Parliamentary a 2021an de rêjeya parlamenterên ciwan li cîhanê tenê %2,6 e û armanc ew e ku heta sala 2035an vê rêjeya ji sedî 15 zêde bikin. Di hilbijartinên 2018an de 8 parlamenterên ji 30 salî biçûktir ketin meclîsê, di hilbijartinên Gulana 2023an de jî 5 parlamenterên ciwan ên ji 30 salî biçûktir ketin meclîsê. Ez wisa difikirim ku mijara nûnertiya ciwanan her ku diçe dibe qurbaniya populîzm û fetişîzma îstatîstîkan. Pirsgirêkên ku pergalên siyasî yên qirêj û nedemokratîk ava kirine tenê bi nûnertiya ciwanan em nikarin çareser bikin.
“Zextên dewletê têkiliya ciwanan û HDPyê qut dike”
Zêdetirî 6 mîlyon hilbijêrên ciwan îsal mafê dengdanê bi dest xistin. Li gorî hin daneyan beşeke zêdetir ji wan hilbijêrên kurd bûn. Dihate gotin ku çav li rê ye beşeke ji wan jî dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Lê di encama hilbiajrtinê de diyar bû ku ciwanan zêde deng nedane Partiya Çep a Keskan. Li gorî we sedema vê çi ye?
Gelek sedemên vê yekê hene. Lê belê yek ji sedemên herî diyar jî ew e ku zextên dewletê yên li ser HDPyê, têkiliya di navbera ciwanan û partiyê qut dike û ji ber vê yekê jî partî nikare xwe bigihijîne ciwanan. HDPyê hewl da ku di navbera ciwanên kurd û ciwanên çepgir de pirekê ava bike. Lê ji ber ku di nava civatê de dubendî hebû ev jî zirar da danûstandina ciwanan. Bi taybetî em dibînin ku komek ciwanên kurd yên nasnameya kurdî ji xwe re dixin pêşiya her tiştî, weke bertek naçin ser sindoqan. Bi dîtina min di van demên dawî de hin pêkhateyên ciwanên kurdperwer ên li ser medyaya civakî bi vê ve girêdayî ye. Her wiha şerê xendekan jî li ser ciwanên Kurd bandorek neyînî kir û gelek ciwan travmatîze bûn. Lê em dibînin ku hinek deng derbasî CHP û TÎPê bûne.
Li vir gotina Reha Ruhavioglu ya ku dibêje "HDPyê, CHP bi wî rengî nîşan daye ku dikarin dengan bidine wê” ev girîng e. Lê ez wisa difikirim ku ciwan ji HDPê berê xwe dane CHPê bi hêviya ku CHP bibe desthilatdar. Wek her ciwanê ku li Tirkiyeyê dijî, ciwanên kurd jî ji perwerdehiya bêkalîte, bêewlehî, bêtemsîliyet, fikarên siberojê û rewşa aborî ya xerabtir bandorê digirin. Lê, bi taybetî ciwanên ku li bajarên kurdan dijîn gazinan ji tundî, newekhevî, û binpêkirina mafan dikin. Ji ber vê yekê, hin ciwanên ku dengên xwe didin HDPê, vê carê piştgirî dan CHPê. Ji ber ku potansiyela guhartina di CHPê de dîtin. Di dawiyê de, gelek partiyên siyasî, HDP jî di nav de, bingehên xwe yên ciwanan wekî komên monoblok dibînin. Vê yekê nehişt ku HDP di bingeha xwe ya ciwanan de guhertinê bibîne.”
Parlamentoyeke kevneperestir û netewperestir heye niha. Ji niha û pê de çi berpirsiyarî dikevin li ser milên saziyên sivîl?
Êdî berpirsiyarên saziyên sivîl wê zêdetir bin. Berî her tiştî, divê em kanalên ragihandinê bi her komê re vekirî bihêlin. Gelek kes, ciwan jî di nav de, ji ber zêdebûna gotinên neteweperest, gotinên nîjadperest yên ku li dijî kêmneteweyan, bi taybetî penaberan tên bikaranîn û nivîsên ku li ser medyaya civakî têne belavkirin, di nava metirsiyê de ne û fikarên ewlehiyê bi wan re çê dike. Berî her tiştî, pêwîst e ew hest pê bikin ku ew ne tenê ne. Her wiha ji bo parastina mafên mirovan ên van koman divê em têkoşîna xwe diyar bikin. Lê belê tenê ev têkoşîn bi civaka sivîl sînordar nabe. Divê em rê û rêbazên nû yên têkoşînê ava bikin û hevgirtinê di nav ciwanan de xurtir bikin. Divê têkoşîn tenê bi civakên rêxistinkirî bes neyê dîtin. Weke komele em ê di qada civakî de bi ciwanan re qala aştiyê bikin û bi vê çerçoceyê de xebatên aştiyê pêk bînin. Ji bo ku aştî nebe qurbana kîn û nefretê, em ê xebatên xwe bidomînin.
Derbarê Mehmet Ilhanliyî de
Rêveberê Komeleya Ciwanên Avaker ên Aştiyê ye ku di sala 2020an de hatiye damezrandin. Di heman demê de li Zanîngeha Kolnê di beşa Zanistên Siyasî de masterê dike. Li ser mijara nêrîna ciwanan a li ser çareserkirina nakokiyên di navbera etnîkî de tez amede kiriye. Li ser rola ciwanan a di pevçûn û avakirina aşitiyê de û mafê aştiyê yê ciwanan û li ser nûnertiya ciwanan xebatan pêk tîne.