Fotograf: Berkcan Zengin, ji rapora THÎVê hatiye girtin
Li gorî rapora çar mehan a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2022yê û 30ê Nîsana 2022yê de, cezayekê miebeta girankirî û li ser hev 211 sal û 4 meh û 10 cezayê girtîgehê li 23 mafparêzan birîne.
Nûnerê Amedê yê THÎVê Mûrat Aba ev rewş bi van gotinan şîrove kir: "Mafparêz her tim ji ber propagandaya rêxistinê tên darizandin. Her kesê ku doza mafan dike, tê marjînalîzekirin."
Bixwîne - Di çar mehên pêşiyê yên sala 2022yê de 211 sal cezayê girtîgehê li mafparêzan birîne
Li Tirkiyeyê gelek mafparêz di girtîgehan de ne û gelek ji wan jî tên dadgehkirin û eger heye ku ceza li wan bê birîn.
Mûrat Aba li Amedê, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV). Wî ji bianetê re behsa zext û zorên li ser mafparêzan û zêdebûna îşkenceyê kir.
*Mûrat Aba
"Îşkenceya herî zêde di sala 2021ê de bûye"
Li gorî zanyariyên THÎVê heta niha 20 hezar kesî ji bo dermankirina derûnî an jî ya laşî serî li THÎVê dane.
Mûrat Aba balê dikişîne ser zêdebûna bûyerên îşkenceyê: "Ji roja ku Weqfa me avabûye, îşkenceya herî zehf di sala 2021an de bûye. Dema ku em li serlêdanên di navbera Çile û Gulana 2022an de dinêrin, em dikifrin ku ev hejmar bêtir zêde bibe. Li Tirkiyeyê polîtîkaya bêcezakirinê heye. Lê mixabin ji ber hêzên ewlehî ceza nagrin ev hemû dosya diçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)."
Tirkiye piştî Rûsyayê tê ku herî zêde serî li DMMEyê dide. Li gorî daneyên fermî, ji Tirkiyeyê 11 hezar û 150 kesî ji ber ku mafên wan hatine binpêkirin serî li DMMEyê dane.
"Di îşkenceyê de demborî tune ye"
Mûrat Aba behsa necezakirina sûcên ji ber îşkenceyê kir û balkişand ser mijara "demboriyê". "Di hinek sucan de demborî heye. Lê di hinek sucên wek îşkenceyê de qet demborî tune ye. Çi dema ku ev îşkence bê dîtin, kiryar dikare bê darizandin. Ev hem di qanûnên navneteweyî û hem jî di qanûnên neteweyî de pir zelal e. Ji ber ku îşkence, kiryarek li dijî rûmeta mirovan e, ev sûcê mirovahiyê ye. Ev jî tê vê wateyê ku, 'Îşkence li mirovatiyê tê kirin, ne li mirovekî.' Ji ber vê yekê qanûnên neteweyî nayên guhertin. Eger di Tirkiyeyê de ev qanûn bê guhertin, qanûnên navneteweyî wê bên binpêkirin. Em dizanin ku hikûmetê ji qanûnên navneteweyî wêdetir biryarên pir çewt dane. Wek mînak yên derbarê Osman Kavala, Selahattin Demirtaşî de.
"Tirkiye saziyên civakî krimînîze dike"
"Di salên 90î û destpêka salên 2000î de saziyên mafparêz, bi Wezîrê Dadê re hevdîtin pêk danîn. Lê niha li Tirkiyeyê ne pêkan e ku ti Wezîrê Dadê bibînî û qala pirsgirekan bikî. Hikûmet bi eşkere civaka sivîl sûcdar dike, nabihîze. Rêxistinên mafparêz dişopînin û dozan li wan vedikin. Mînaka vê ya herî berbiçav Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn e. Gelek caran ceza dane wê.
"Nûnerê me yê Wanê ji ber daxuyaniya da çapemeniyê hat binçavkirin û doz lê hat vekirin. Li 23 parêzvanên mafên mirovan 1 cezayê muebetê û 211 sal û 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Mafparêz her tim ji ber propagandaya rêxistinê tên darizandin. Her kesê ku doza mafan dike tê marjînalîzekirin. Beyannameya Parastina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî heye. Mixabin Tirkiye li gorî vê beyannameyan sûcan pêk tîne. Em li dijî sûcdaran disekinin. Dewlet nahêle ku ti kesek ji bo mafên mirovan biaxive û tiştekî bibêjin. Tiştên ku hatine kirin, naxwazin derkevin holê. Pergal ji hêla kesekî ve tê kontrol kirin."
"Niha dewlet îşkenceyê aşkere dike"
Mûrat Abayî salên 1980, 1990 û salên piştî 2000î ji hêla binpêkirina mafan û îşkencekirinê da ber hev. Wî got ku di salên 1980î de, di serdema Dadgehên Ewlekariya Dewletê û serdema Dadgehên Taybet ên Giran de îşkence hîna jî li Tirkiyeyê berdewam bû û bi van gotinan dewam kir: "Lê wê demê dewletê îşkence qebûl nedikir. Ew sûc weke sûcê li dijî mirovahiyê dihat dîtin û nedihat qebûlkirin. Di wê deme de bi navê JÎTEMê rêxistinek hebû. Lê ne dewlet û ne jî hikûmetê ev rêxistin qet qebûl nekir. Lê niha hûn dibînin ku li her derê wêne û vîdeoyên kesên îşkencekirî tên parvekirin. Ji civakê re peyama 'Kesê li dijî dewletê be wê îşkence lê bê kirin' tê dayîn. Di dema 90î de îşkenceya fîzîkî gelek zêde bû û işkenceya ku dihat kirin li cihên cihê girtî de pêk dianîn. Lê niha edî Îşkence, li her qadê ye û aşkere tê kirin. Dema ku saziyên dewletê yên li jor van hemûyan bikin, leşker, polîs, cerdevan û notirvan jî bi hêsanî dikarin van tiştan bikin."
"Ji bo di dîrokê di bên nivîsîn, em raporan amade dikin"
Li gorî raporên THÎVê li Amedê, 137 kesan serî li Weqfê dane û gotine ku îşkence li wan bûye. Abayî behsa vê rewşê kir:
"Eger ku li welatekî, di bajerekî de 137 kesî îşkence dîtibe û em vê hejmarê li bajarên welêt belav bikin, hewcêye ku ew desthilatdar destê xwe ji vî welatî bikşîne. Di hejmareke ewqas mezin de jî hikûmet vê yekê nabîne û berpirsiyariya xwe nayne cîh. Ji ber ku Serokomar û Wezîrê Dadê naxwazin van îşkenceya bibinin. Ji ber vê sedemê polîs, leşker, cerdevan û notirvanên bajar bi rehetî îşkenceyê li wan dikin. Lê hêviya me bi xwe heye. Ji ber ku em bi têkoşîna xwe ya mafan bawer in. ji bo me ti desthilatdar ne girîng e. Em ê van hemû neheqiyan binivsînin û di dîrokê de nîşan bidin. Em ê wan di dîrokê de binivîsin da ku ev îşkencekar bên cezakirin û nifşên sibê hemû neheqiyên ku tên kirin, bibînin."
Li gorî rapora Navendên Rehabîlîtasyon û Dermankirinê ya Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyeyê (TÎHV) di 2021an de îşkence dîsa li kolanan belav bûye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di pêvajoya desteserkirinê de ji 10 kesan 7 kes li kolan û xwepêşandanên civakî rastî îşkenceyê hatine. Hejmara kesên ku di nava salê de ji ber îşkence û muameleya xerab serî li TIHVê dane, gihiştiye lûtkeya 30 salên dawî. 984 kesan ji bo îşkenceyê serî li TIHVê dane Li gorî raporê par 984 kesan ji ber ku ew ango xizmên wan rastî îşkence û muameleya xerab hatine, serî li TIHVê dane. 616 ji serlêderan diyar kirine ku di nava salekê de rastî îşkenceyê hatine, ev hejmar ji damezrandina Weqfê (1990) heta niha serlêdanên herî zêde yê êşkenceyê ye. Ji 10 kesan 7 kes li kolanê rastî îşkenceyê hatine Li gorî raporê, ji 10 kesên ku di dema desteserkirinê de rastî îşkenceyê hatine, ji wan 7 kes li qadên vekirî û li xwepêşandanên civakî rûbirûyê îşkenceyê bûne. Ji serlêderan yê herî biçûk 5 salî û yê herî mezin 76 salî ye. Di sala 2021an de 984 serlêdan li Nûneratî û Navendên Referansê yên TIHVê hatine kirin. Ji serlêdanan 915 kes ji ber ku îşkence û muameleya xerab li wan hatiye kirin serî lê dane. Hejmara serlêdanên ku li xizmên wan îşkence hatiye kirin 57 e. 307 kesan serî Nûnertiya TIHVê ya Stenbolê dane ev hejamara herî zêdeye. 263 li Nûnertiya Wanê, 166 li Nûnertiya Amedê, 134 li Nûnertiya Îzmîrê, 66 li Nûnertiya Enqereyê û 48 kesî jî serî Navenda Referansê ya Cizîrê dane. |
(SY/FD)