Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen li Şamê bi Serokê HTŞê Ebû Mihemmed el-Cûlanî (Ehmed el Şara) re civiya.
Li gor nûçeya AAyê, Culanî di civînê de diyar kir ku divê biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li gorî rastiyên heyî yên li Sûriyeyê bê nûkirin.
Culanî da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê Sûriyê pêwîstî bi hevkariyeke bilez û bi bandor heye û tekez kir ku divê giranî li ser yekparçeyiya axa Sûriyê, avadankirin û geşepêdana aborî be.
Culanî daxwaz kir ku ji bo penaberên bi awayekî bi ewle vegerin Sûriyeyê, divê jîngehek guncaw ji bo wan bê sazkirin û piştgiriya aborî û siyasî ji van pêvajoyan re bê dayîn.
Pedersen: Divê pêvajo ji aliyê Sûriyeyiyan ve were birêvebirin
Pedersen piştî bidawîbûna desthilatdariya Beşar Esad a li Sûriyeyê cara yekem çû Şamê. Her weha di daxuyaniya xwe ya duh de wiha got:
"Bêguman ev guhertin bi serê xwe hêviyên mezin çêdike, lê em hemû jî dizanin ku hîn gelek zehmetî li pêşiya me ne. Ji ber vê yekê divê em ji destpêkê ve vê yeke bi awayekî rast birêve bibin. Min ji destpêkê ve digot ku divê em pêvajoya siyasî ya ku ji bo hemû gelên Sûriyeyê bidin despêkirin. Divê ev pêvajo ji aliyê Sûriyeyiyan ve were birêvebirin.”
(RT/AY)