Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomar, Recep Tayyîp Erdogan çû Amerîkayê di heman demê de nûnerê têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê, Brett MCGurk çû Kobanîyê.
Heyeta Brett McGurkî pêşiyê çûbû Mûsil û Hewlêrê, îro çû Kobanîyê.
McGurk di 15ê Gulanê de digel serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanîyî kom bûbû.
Li gor nûçeya ANFyê heyeta Amerîkayê pêşiyê li Sûriyeyê digel Meclîsa Sivîlan a Reqqayê kom bûye.
Heyet dê îro digel Hêza Demokratîk a Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Gelî bicive.(HK/MB)