Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Pokêmon Go sepanek e ku jiyana rastîn û jiyana dîjîtal bi hev re tê de ne.
Bername li telefonan tê barkirin, di mekanên rastîn de mirov dikare bi kamêreya telefonan Pokêmonan bibînin.
Hûn dikarin hin kesên bibînin ku ji bo nêçîra Pokêmonan li rawestgehên Pokêmonan kom dibin.
Hin nûçeyên derew ên li ser pokêmonan ev in:
*Li DYAyê Pokêmon bû sebeba zincîreqezayekê
Îdia: Li Amerîkayê şofêrekê/ajovanekê hewil daye dema tirimbêlê diajo Pokêmonan jî bigire û bûye sebebê zincîreqezayekê.
Derew e: Nûçe di malpera CartelPress.com de hatiye belavkirin, ji xwe ew malper bi çêkirina nûçeyên derew tê nasîn. Bûyerek bi vî rengî (hêj) çênebûye.
*Dema hewil dida Pokêmonan bigire ji pirê ket
Îdia: Li Meksîkayê kesekê ku lîstika Pokêmonan dileyîst ji bo girtina Pokêmonan ji pirê ket.
Derew e: Nûçeyeka li ser bûyereka wesa tune ye. Wêneyê nûçeyê wêneyê qezayeka motorpisqilêtekê ye.
*Li Edeneyê ji bo Pokêmonan du kesan hevdu birîndar kirin
Îdia: Li ji bo girtina heman Pokêmonê du kesan hevdu birîndar kirin.
Derew e: Wêne wêneyê pevçûneka li Rîzeyê ye.
*Nivîsa 'Don't Pokemon and drive' ya li Utahê
Îdia: 'Don't Pokemon and drive' ya li Utahê
Derew e: Nivîseka bi Reditê hatî nivîsîn li ser wêneyî hatiye zêdekirin.
(MAF/EKN/MB)