Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şîrketa bi navê Met-Gunê ya serdema beriya niha Şareradiya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) karê asfaltkirina rêyan pê dida çêkirin, bi sedema ku deynê jê li şaredariyê heye, par di meha Tebaxê de haciz danîbû ser 565 milyon TL krediya IBByê.
Malpera Gerçek Gundem, ya KRT û SoL Haberê nûçeya vê mijarê çêkirin û weşandin. 3yem Dadweriya Aştî û Cezayan a Stenbolê di 7ê Îlona 2020an de bi sedema ku “mafên şexsî binpê kirine” ev nûçe asteng kirine.
Bianetê nûçeya sansurkirina nûçeya Gerçek Gundem, KRT û SoL Haberê weşandibû. Piştî weşandina nûçeyê bi 13 mehan, vê carê jî nûçeya bîanetê hate astengkirin.
Nûçeya ku bianetê bi sernavê “Nûçeya hecizkirina krediya IBByê hatiye astengkirin” weşandibû, li ser daxwaza Metîn Guneş, xwediyê şîrketa Met-Gun Înşaatê û bi biryara 3yem Dadweriya Aştî û Cezayan a Stenbolê hatiye astengkirin.
Dadweriyê di biryara xwe de îdia kiriye ku bi çêkirina nûçeyê “mafên şexsî” yên kesê navborî hatiye binpêkirin. (HA/FD)