Nûçeya bianetê ya astengkirina nûçeyê hatiye astengkirin
![Nûçeya bianetê ya astengkirina nûçeyê hatiye astengkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/213/663/original/bianet.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
2yem Dadweriya Sûc û Cezayan a Anadoluyê ya Stenbolê nûçeya bianetê ya ku digot “Bûrak Erdoganî nûçeya mirina Sevim Tanurekê asteng kiriye” li ser daxwaza Burak Erdoganî asteng kiriye.
2yem Dadweriya Sûc û Cezayan a Anadoluyê ya Stenbolê di heman biryarê de parvekirina parêzer Efkan Bolaçî jî asteng kiriye ku di 20ê Hezîrana 2018ê de li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye û gotiye: “Qedexeya weşandina qezaya ku Ahmet Bûrak Erdogan jî di nav de bû hatiye dayin. Gelo dema weşan bê qedexekirin, tê wateya ku ev qeza qet çênebûye? Gelo hiqûq çibû?”
Ahmet Burak Erdoğan’ın karıştığı kazaya yayın yasağı gelmiş! Yayın yasağı gelince bu kaza hiç olmamış mı sayılıyor? Hukuk neydi? pic.twitter.com/fOGc7nv8ha
— Efkan Bolaç (@efkanbolac) June 20, 2018
Bolaçî gotiye ku Twitterê heta niha ev tweeta wî asteng nekiriye û ew ê li dijî vê biryarê derkeve.
Çi bûbû?
Dema hilbijartina Serokomariyê ya 24ê Hezîrana 2018ê Mûharrem Înce, namzetê Serokomariyê yê CHPyê ji Erdoganî re gotibû, “Tu dixwazî were em kuştina Sevim Tanurekî bikolin. Min nede axavtin.” Malperên ku ev gotin kiribûn nûçe, rastî astengiyê hatin. Rojnameya Cûmhûriyetê û malpera Dîkenê ji wan dezgehan bû ku 9em Dadweriya Sûc û Cezayan a Stenbolê biryara qedexeyê ji bo wan dabû. Bianetê jî ev biryara qedexekirina weşanê kiribû nûçe. (HA/FD)
Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
![Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest](https://static.bianet.org/haber/2024/05/29/1-mayis-iddianamesi-savci-42-kisi-icin-567-yila-kadar-hapis-istedi.jpg)
Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye
![Rojnameger Ayça Soylemeza ku ji ber Akın Gurlek dihat darizandin beraet kiriye](https://static.bianet.org/haber/2024/03/19/akin-gurleki-hedef-gosterdigi-iddiasiyla-yargilanan-ayca-soylemez-beraat-etti.jpg)
Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan
![Saziya Îlanên Çapemeniyê wê îsal bi tenê 300 hezar TL ji bide 6 rojnameyên kêmnetewan](https://static.bianet.org/haber/2024/02/26/basin-ilan-kurumu-azinlik-gazetelerine-2024-te-sadece-300-bin-tl-ayirdi.jpg)
Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da
![Di Doza Geziyê de dadgeha herêmî li gorî daxwaza Dadgeha Bilind biryar da](https://static.bianet.org/haber/2024/02/21/gezi-davasinda-mahkeme-yargitay-kararina-uydu-yapici-altinay-ve-ekmekci-beraat-etti.jpg)
Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê
![Merasîma bîranîna Hrant Dînkî pêk hat: Em dixwazin edalet pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2024/01/19/hrant-dink-oldurulusunun-17-yilinda-aniliyor-itiraz-ediyoruz-adalet-istiyoruz.jpg)