Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 28ê Îlonê de, VAN TV jî tê de deh televizyon hatibûn girtin.
Xebatkarên VAN TV û Dogu Radyoyê 13 roj in ku li ber deriyê kargeha xwe ji bo pîşeyê xwe nobetê digirin.
Nûçegihanê VAN TVyê, Fazil Elçî ji bianetê re axivî. Wî got ku ji beriya 13 rojan 40 xebatkarên VAN TV û Dogu Radyoyê li hewşa televizyonê dest bi berxwedanê kirine.
Piştî polîsan mûdaxele li wan kir ew çûne rexa televizyonê û li wê derê dirûnin.
‘’Di roja televizyon hatî girtin de, polîs û xebatkarên maliyeyê hatin odeya kontrolê(rejî) û weşan sekinand. Roja piştî wê me li hewşa televizyonê dest bi rûniştinê kir, lê belê piştî demekê polîsan got ew ê mûdaxeleyî me bikin û me desteser bikin û em ji hewşê derêxistin. Li ser vê yekê em li rexa televizyonê berxwedana xwe didomînin.’’
‘’Em ji bo pîşeya xwe bikin, ji bo rojnamegeriyê bikin li ber xwe didin. ‘’(EA/MB)